Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 5 MAY 2026 08:30 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Bingeha Laliş xizmeteke hêja bo kultura kurdî û çanda Êzîdatiyê kiriye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta 29 saliya damezirandina Bingeha Rewşenbîrî ya Laliş peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesûr Barzanî bi peyamekê salvegera damezirandina bingeha Laliş pîroz kir. Peyama wî wiha ye:

“Endamên birêz yên desteya bilind ya bingeha Laliş ya çandî û civakî,

Bi helkefta bîst û nehemîn salvegera bingeha Laliş, germtirîn pîrozbahiyan li hewe û xûşk û birayên êzîdî dikim. Hêvîdar im her dem serkeftî bin di kar û xebata xwe de.

Bingeha Laliş xizmeteka hêja û diyar ya kultura kurdî û çanda êzîdatiyê kiriye. Destxoşiyê li hewe dikim û hêviya pêşkeftinê bo we dixwazim.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê”

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îmaratê pêwendiyên dualî gotûbêj kirin

TUESDAY, 05 MAY 2026 02:05:34

Hewlêr-KDP.info : îro 4ê Gulanê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de ligel Wezîrê Derve yê Dewleta Îmaratê Şêx Ebdullah bin Zayid Al Nehyan, rewşa giştî ya navçeyê û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Dewleta Îmaratê gotûbêj kirin.

 
Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokê Civata Nûneran re civiya

TUESDAY, 05 MAY 2026 02:05:09

Bexda-KDP.info : Êvara îro duşemê 04.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, her di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, bi birêz Heybet El-Helbûsî, Serokê Civata Nûneran a Iraqa Federe re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokê Hevpeymaniya El-Ezm re civiya

TUESDAY, 05 MAY 2026 02:05:24

Bexda-KDP.info : Her di berdewamiya karnameya xwe ya li Bexdayê de, êvara îro duşemê 04.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê de bi birêz Musenna El-Samerraî; Serokê Hevpeymaniya El-Ezm re, pêvajoya siyasî ya Iraqê û gavên avakirina hikûmeta nû gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê destnîşankirî re civiya

MONDAY, 04 MAY 2026 21:05:20

Bexda-KDP.info : Êvara îro duşemê 04.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, bi birêz Elî Falih Elzeydî, Serokwezîrê destnîşankirî yê Iraqa Federe re civiya.

 
Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokwezîr El-Sûdanî re civiya

MONDAY, 04 MAY 2026 17:05:29

Bexda-KDP.info : Piştînîvroya îro Duşemê 2026/5/4, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, bi birêz Mihemed Şîya El-Sûdanî, Serokwezîrê Iraqa Federe re civiya.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact