Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 7 OCT 2026 17:20 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Heya dawî ji PKKê re naçe serî
| KDP.info


Hawdeng Faruq

PKK, bi salan e ku artêşa Tirkiyê dikşîne nava axa Herêma Kurdistanê û li ti cihekî wî perçeyê Kurdistanê yê ku ji tirsa jê revyaye, şerê artêşa Tirkiyê nekiriye. Li Herêma Kurdistanê jî qonax bi qonax ji ber artêşa Tirkiyê direve û hicetê dixe destê Tirkiyê ku hêza xwe li pey PKKê bişne nava axa Herêma Kurdistanê.

Ev partiya han, ev 40 sal in ku li Bakurê Kurdistanê tenê siloganan bilind dike û zarokên Kurdan bi kuştin dide. Li perçeyên din ên Kurdistanê jî dibe dûvik û darê destê dagîrkeran. Dagîrker jî bi hêsanî PKK li dijî asayişa netewî ya Herêma Kurdistanê bikar tînin.

Li şûna ku PKK hewl bide ji bo parastina berjewendiyên netewî yên Kurdî û xwedî biryareke serbixwe be, ketiye nava gola dijayetiya berjewendiyên niştimanî yên Herêma Kurdistanê.

Ev partiya han, bi belavkirina rêxistineke xerîb û neşaz li ser Çiyayê Şingalê û li navçeyên din ên Herêma Kurdistanê, û bi hevpeymaniya xwe ligel Heşda Şeibî, û bi xizmeta dagîrkeran li dijî Herêma Kurdistanê, berjewendiyên dewletan bicîh tîne.

Herêma Kurdistanê îro pêgeha wê di çarçoveyeke navdewletî de ye. Herêma Kurdistanê ne ewqasî lawaz e ku PKK bixwaze bi zorê ejînda û hêza xwe bi ser de feriz bike, ev jî ew rastî ye ku heya niha PKK ew rastî fêm nekiriye. Lewma di demeke nêzîk de dê baceke giran bide. Serkirdeyên fitneyê li wan eşkeftên kevin ên Qendîlê, wê yekê fêm bikin ku xizmeta dagîrkeran bi dijayetiya îradeya gelê Kurdistanê, encama wê tenê şermezarê û şikestin û herifandina we ye. PKK bila ast û wezna xwe nas bike û êdî sebra Pêşmerge û PDK neceribîne. Bila dest ji xapandin û destêwerdan û axatiyê berde li sînorên Herêma Kurdistanê.

Rijdbûna PKK li ser siyaseta şerfiroştinê û siyaseta gefxwarin û xweferizkirinê, dihêle ku her bûyereke ne cihê berpirsyariyê yan bûyereke nexwestî çêbibe, di histê rêveberiya PKKê de be.

Hêvîdar in ku PKK, hema tenê carekê be jî, di dîroka tevgera xwe de berjewendiyên netewî liberçav bigre, tevî ku ew ne li ser bingeha hizra netewî hatine avakirin û ne jî ji bo wê yekê ti hewlek dane. Ji xwe bi dengekî bilind û bi zelalî gotine, berjewendiya netewî ya Kurdî li her cihekî be ew li dijî wê ne û ev yek bi rastî jî piştrast kirine, ku hêzeke niştimanperwerî Kurdî li her cihekî hebe, ew dijminatiya wê dikin.

 

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact