Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 20 AUG 2026 23:59 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Bersivek bo derewa nû ya PKKê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Çapemeniya ser bi PKKê ve ev çend roj in ku raporteke bêbingeh derbarê Partiya Demokrata Kurdistanê belav dikin bi mebesta çêkirina tirs û nearamî û xapandina raya giştî. Bi falvekirin û xwandin û pêşbîniyên bêbingeh ku mirov ecêb dimîne, behsa wê yekê dikin ku di 15ê Nîsan a 2022yê de di çarçoveya planekê de dê êrîş li ser PKKê bê kirin.

Li vir em dibêjin, ew gotegot û raport nerast in û bi aqilekî nefret û nerast ve hatine nivîsandin û em ji wan re dibêjin, 15 Nîsanê zêde nemaye û emê li bendê bin. Wê demê derew û nerastaxaftina we û tevlihevî derxistina we ya ji bo xelkê Kurdistanê dê eşkere bibe û dê dûbare rûye rast ê we ji bo gel diyar bibe.

Siyaseta PDKê li hember hemû pirsan gelekî zelal e û plangerî û tevlihevî li we û yên wek we tên, ne li xelkên din.




Nûçeyên din

Serok Barzanî û Aras Hebîb rewşa siyasî ya deverê nîqaş kir

THURSDAY, 20 AUGUST 2026 21:08:00

Hewlêr-KDP.info: îro Pêncşemê, 20ê Tebaxa 2026ê, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Sekretêrê Giştî yê Kongreya Nîştimanî ya Iraqê Aras Hebîb kir.

Serok Barzanî bi Nîşana Astabilind a Rêzlênana Papayî hate xelatkirin

THURSDAY, 20 AUGUST 2026 21:08:00

Hewlêr-KDP.info: Roja pêncşemê 20ê Tebaxa 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Louis Rofael Sako, Patriyarkê Rûmetdar ê Dêra Katolîkî kir.

 
Sipasnameya Sekretaryeta Serok Barzanî

WEDNESDAY, 19 AUGUST 2026 13:08:34

Hewlêr-KDP.info: Sekretaryeta Serok Barzanî, di peyameke fermî de, bi helkefta derbasbûna heştê salan li ser damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistanê û salvegera ji dayikbûna Serok Mesûd Barzanî, sipasî û pêzanîn arasteyî xelkê Kurdistanê, serkirde û aliyên siyasî, kesayetiyên olî û civakî, û dîplomatkarên navxwe û derve kir ku bi rêya peyam û peywendiyên xwe pîrozbahî araste kiribûn.

 
Mesrûr Barzanî rewşa parêzgeha Silêmaniyê ligel Parêzgar nîqaş dike

WEDNESDAY, 19 AUGUST 2026 09:08:18

Hewlêr-KDP.info: îro 18ê Tebaxa 2026ê Ji bo şopandina bûyerên nexwestî yên agirberbûnê yên şeva borî û îro yên li bajêrê Silêmaniyê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peywendiyeke telefonî de li gel Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir rewşa Silêmaniyê pirsî.

 
Elî Zeydî: Êrişên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê bi ti awayî nayên qebûlkirin

TUESDAY, 18 AUGUST 2026 15:08:43

Hewlêr-KDP.info: îro 18ê Tebaxa 2026an, Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî, peywendiyeke telefonî ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêk anî. Di peywendiyê de, Serokwezîrê Federal êrişa dronî ya ku duh li ser ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêmê û cihê mayîna Rêveberê Ajansa Parastinê hatibû kirin, şermezar kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact