Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 11 SEP 2026 21:44 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryara Hikûmeta Almanyayê kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Almanyayê biryar da erkê hêzên xwe yên li Herêma Kurdistan û Iraqê 9 mehên din dirêj bike. Serokê Herêma Kurdistanê jî pêşwazî li vê biryarê kir û tekez kir, “DAIŞ hê jî gef e li ser aştî û seqamgiya navdewletî.”

Nêçîrvan Barzanî hêviya xwe derbirî ku Parlamentoya Almanyayê jî biryara hikûmetê ya hiştina hêzên serbazî li Iraqê bo heyama 9 mehên din, pesend bike.

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir, “DAIŞ hê jî gef e li ser aştî û seqamgiriya navdewletî û hewlên bi hev re pêwîst in ji bo rûbirûbûna binbirkirina gefa terorê.”

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî di salvegera Şoreşa Îlonê de daxwaza yekdengî û parastina destkeftiyan dike

FRIDAY, 11 SEPTEMBER 2026 14:09:00

Hewlêr-KDP.info: Di salvegera 65ê ya serhildana Şoreşa Îlonê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û tê de tekez li ser yekdengî û hevahengiya hêz û aliyên Kurdistanî kir, ji bo parastin û pêşxistina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.

Peyama Serok Barzanî di salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê de

FRIDAY, 11 SEPTEMBER 2026 14:09:00

Hewlêr-KDP.info: Di salvegera 65ê ya serhildana Şoreşa Îlonê de, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û tê de ragihand ku Şoreşa Îlonê li jêr rêberiya Barzaniyê Nemir bû çavkaniya hêz û îlhamê bo qonaxên piştre yên xebata rizgarîxwaziya gelê Kurd li hemî parçeyên Kurdistanê.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Nûneran a Iraqê kir

THURSDAY, 10 SEPTEMBER 2026 21:09:24

Hewlêr-KDP.info: îro Pêncşemê, 10ê Îlona 2026ê,  Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Nûneran a Iraqê kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziyê li şandeke payebilind a leşkerî ya Brîtanyayê kir

THURSDAY, 10 SEPTEMBER 2026 21:09:37

Hewlêr-KDP.info: Êvara roja pêncşemê 10ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li şandeke leşkerî ya Brîtanyayê bi Serokayetiya Cîgirê Admiral Edward Ahlgren, Şêwirmendê Bilind ê Berevaniyê yê Brîtanyayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziyê li Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şanda pê re kir

THURSDAY, 10 SEPTEMBER 2026 21:09:23

Hewlêr-KDP.info: Êvara roja pêncşemê 10ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Heybet Helbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şanda pê re kir ku ji serokên fraksiyonên nav Encûmena Nûnerên Iraqê pêk dihat.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact