Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 9 AUG 2026 10:48 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî bo xwendekarên zanîngehan: Nehêlin kesek daxwazên we ji bo armancên xwe yên siyasî bikar bîne
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî serdana xwendekarên beşên navxweyî yên zanîngehan kir û ji nêzîk ve rewşa xwendekaran şopand û bi hejmarek xwendekarên zanîngehên Kurdistanê re civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di destpêka civina bi xwendekaran re got: “Hez dikim guftûgoyeke bi aşkere bi we re bikim û guhdariya we bikim, ji bo ku bizanim daxwazên we çi ne.”

Mersrûr Barzanî got: “Em li welatekî dijîn, mixabin bi dirêjahiya dîrokê rastî qeyran, pirsgirêk, êrîş û stemê bûye. Hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê mexdûr bûn. Herwiha gelek hewl jî tên dayîn ku em li ser pêyên xwe ranewestin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Gelek erk li ser milê me ne, erkê me yê sereke jî, em vê ezmûn û statuyê biparêzin û pêşerojeke baş ji nifşê re nû re ava bikin.  Ji bilî wê jî, erkekî din heye, ew jî her welatiyek karê xwe bike û bi rola xwe di nava civakê de bibînin û bi pêş bixe.”

Herwiha got: “Ez dizanim ku pirsgirêkên we hene, lê belê li hemû Kurdistanê pirsgirêk hene. Her çînekê pirsgirêkên wan ên cuda hene. Lê belê çareserkirina pirsgirêkan bi gufûtgoya bi hev re tê kirin. Divê wm guhdariya hev bikin û bi hev re hest bi berpirsariyê bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, “Daxwazên we gihîştin pêş min û her hewlekê ji bo çareserkirina wan didin. Ji aliyekî din ve, me dîtin ku xwepêşandan hatin kirin, xwepêşandan jî mafekî asayî ye, Hikûmet piştevaniyê li xwepêşandanên aştiyane dike, lê belê êrîşkirin û dirustkirina tundûtûjî û aloziyê, nakeve xizmeta xwendekaran û daxwazên wan.”

Herwiha got: “Nabe hûn rê bidin kesên din xwe bixin nav xwepêşandanên we û alozî û tundûtûjiyê bikin, ev nakeve xizmeta xwendekaran û daxwazên wan û wiha pirsgirêk jî çareser nabin. Daxwaz ji hemû xwişk û birayan dikim, eger hûn xwepêşandanê dikin, bila xwepêşandan bi hêminî bin, dûrî şewitandina baregeh û tundûtûjiyê bin, yan nûnerên xwe bişînin ta ku daxwazên we ji hikûmetê bikin.”

Derbarê xwepêşandanên vê dawiyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Tiştê hatiye dîtin, şewitandina baregeh û êrîşkirina hevdu bûn. Bawer nakim ev yek bi we xweş be. Lê ji bo çi hûn rê didin kesên din bikevin nava xwepêşandanan û ecindeyên xwe yên siyasî bi navê xwendekaran cibicî bikin. Berî her kesî divê hûn xwedaniyê li vî welatî bikin, divê hûn nehêlin kesek xwepêşandanên we ji bo armanc û berjewendiyên xwe bi karî bîne.”

Derbarê xwepêşandanên vê dawiyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Tiştê hatiye dîtin, şewitandina baregeh û êrîşkirina hevdu bûn. Bawer nakim ev yek bi we xweş be. Lê ji bo çi hûn rê didin kesên din bikevin nava xwepêşandanan û ecindeyên xwe yên siyasî bi navê xwendekaran cibicî bikin. Berî her kesî divê hûn xwedaniyê li vî welatî bikin, divê hûn nehêlin kesek xwepêşandanên we ji bo armanc û berjewendiyên xwe bi karî bîne.”

Mesrûr Barzanî ji xwendekaran re got: “Daxwazekê ji we dikim, hûn Pêşmergeyên xwendekar bin, ber her kesekî berevaniyê li rûmet û maf û sembolên welatê xwe bikin. Cihê mixabiniyê ye ku me dît ku bêrêzî li ala Kurdistanê hate kirin ku bi hezaran şehîd ji bo wê ala pîroz hatine xwîn rijandine. Ma bêrêziyeke wiha çawa dê daxwaza xwendekaran be, em ê çawa vê pirsgirêkê çareser bikin. Gelekî diyar e ku destek heye û xwast sûdê ji karîna xwendekaran werbigire. Divê hûn berî hêzên ewlehiyê nehêlibin ku sivikî û bêrêzî li sembol û rûmeta welatê me kirin.”

Herwiha got: “Ez bawer im jî ev ne karê xwendekaran bû, her kesekî ev yek kiribe, hikûmet dê li bêdeng nebe. Ewên bêrêzî li hember ala Kurdistanê kirine, dê rûbirûbûyî yasayê bibin. Em karên bi vî rengî bi awayê herî tund şermezar dikin. Di heman demê de em karvedana tund şermezar dikin, çi ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li hember xwendekaran hatibe kirin, çi ji aliyê hinek kesên ku bi navê xwendekaran êrîşî hêzên ewlejiyê kiribin, ev tundî û derxistina aloziyê ye, bi ti awayî bi mafên xwendekaran hev nagire, loma rêkarên yasayî hene ku divê em çareser bikin, ez hêvî dikim ku demildest werin çareserkirin.”

 




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqa Federal civiyan

WEDNESDAY, 05 AUGUST 2026 22:08:32

Hewlêr-KDP.info: Êvara îro çarşem 05.08.2026 di çarçoveya serdana xwe ya bo Bexdayê de, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel birêz Elî El-Zeydî, Serokwezîrê Iraqa Federal civiya.

 
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsolê Giştî yê Almanyayê kir

WEDNESDAY, 05 AUGUST 2026 00:08:00

Hewlêr-KDP.info: Piştî nîvroya îro Sêşemê 04/08/2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bi dawî hatina erkê wî yê wek Konsolê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Albrecht von Wittke kir.

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serok Ehmed El-Şer'e civiya

MONDAY, 03 AUGUST 2026 22:08:26

Hewlêr-KDP.info: Nîvroya îro duşemê 03.08.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li Şamê, li gel birêz Ehmed El-Şer'e, Serokê Komara Erebî ya Sûriyê, civiya.

 
Gotara Mesrûr Barzanî di salvegera komkujiya Êzidiyan de

MONDAY, 03 AUGUST 2026 12:08:08

Hewlêr-KDP.info: îro (Duşem, 3ê Tebaxa 2026ê) , Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasîmeke girêdayî salvegera 12ê ya jenosîda Êzidiyan û komkujiya Şingalê bi rêve diçe.

 
Serok Barzanî: Jenosîda Êzidiyan berdewamiya tawanên pêştir ên dijî gelê Kurdistanê bû

MONDAY, 03 AUGUST 2026 12:08:38

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî îro di salvegera 12ê ya jenosîda Şingalê de peyamek belav kir û tê de ragihand ku ew bi hemî şiyana xwe piştgiriya daxwazên Kurdên Êzîdî dike, û tekez jî kir ku rewşa neasayî ya li Şingalê nayê qebûlkirin û divê aware bi serbilindî vegerin ser axa bav û kalên xwe.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact