Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 9 OCT 2026 14:02 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî bo Serokwezîrê Polandayê: Kurdistan stargeheke aram e ji bo milyonek koçber û penaber
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Polandê derbarê mijara koçberan de peywendiyeke telefonî li gel Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêk anî û pesnê Herêma Kurdistanê da ji bo girtina wan tedbîrên li ber vê krîzê. Mesrûr Barzanî jî tekez kir ku Herêma Kurdistanê stargeheke aram e ji bo derdora milyonek koçber û penaberan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvarê 18ê Mijdara 2021ê bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Polandayê Mateusz Morawiecki re rewşa koçberên li sînorê Belarus û Polandayê gotûbêj kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe li ser rewşa nebaş a wan koçberên Herêma Kurdistanê nîşan da, ku di nav wan de zarok jî hene û li ser sînorê Belarus û Polandayê ne û di rewşeke dijwar de ne.

Mesrûr Barzanî hemû amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo hawarçûna wan koçberan û başkirina rewşa wan û selametiya wan cardin anî ziman û diyar kir ku mixabin ew koçber, bûne qurbaniyên destê bazirganên mirov û qaçaxçiyan û nakokiya navbera Belarus û Yekîtiya Ewropayê. Herwiha destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê niha strageheke aram e ji bo nêzîkî milyonek koçber û penaberan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Polandayê li ser rêyên çareserkirina kêşeya wan koçberan gotûbêj kirin, herdu aliyan hevnêrîn bûn ku koçber ji aliyê qaçaxçiyan ve hatine xapandin û bûne qurbaniyên tawaneke rêxistinkirî.

Serokwezîrê Polandayê pesnê rêkarên ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, ku li hember wan tawanbarên bazirganiya mirov girtine ber xwe, herwiha pişkinîn û rêkarên tund û pêwîst ên li balafirgehan û xalên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji bo desteserkirina kesên karên neyasayî encam didin.

Herwiha di pêwendiyê de li ser hemahengiya ligel hikûmeta federal a li Bexdayê û hevbeşên din gotûbêj hat kirin, ji bo pêşkêşkirina hêsankariyan ji bo vegera bi dilxwazî ya koçberan ku biryar e îro di yekem geştê de bigihin Bexda û Hewlêrê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo pêkanîna tîmeke teknîkî ya hevbeş nîşan da ji bo destnîşankirina wan rêkarên pêwîst ji bo rêgirtin û hilweşandina torên bazirganîkirina mirovan, herwiha tekez kir ku divê Belarus û Polanda û Yekîtiya Ewropayê erk û pabendbûna xwe ya navdewletî ya li ser mijara rêdana ji bo komîteya navdewletî ya Xaça Sor ji bo gihandina alîkariyên bilez û gihiştina hawara wan cîbicî bikin.

Herdu aliyan li ser girîngiya berdewambûna pêwendî û hemahengiya ji bo herdu aliyan cihê girîngîdanê ne, hevnêrîn bûn.

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact