Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 6 OCT 2026 23:18 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Ji ber PKKê 8 milyar dînar ziyan gihaye navçeyên Duhokê
| KDP.info


Duhok-KDP.info- Rêveberê Çandiniyê yê Parêzgeha Duhokê Ehmed Cemîl ragihand, PKK li sînorê parêzgeha Duhokê di warê çandiniyê de ziyaneke mezin gihandiye xelkê wan navçeyan, ku biqasî 8 milyar dînar in û Hikûmeta Kurdistanê dê wan qerebû bike.

Ehmed Cemîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Mixabin gundên ku PKK nêzîkî wan e li Parêzgeha Duhokê gelek ziyan dîtine û vê yekê bandoreke mezin li ser cotyarên wan navçeyan kiriye, ku bi sedan gund in. Mixabin hemû berhemên wan ên dar û beran telef çûne ji ber ku ji tirsa PKK û topbarana Tirkiyê nikarîbûn herin ser gundên xwe.”

Ehmed Cemîl wiha got: “Komîteyek hat avakirin ji bo ku nas bike ziyanên xelkê wan navçeyan ên çandiniyê çend in, ji bo ku ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve werin qerebûkirin, di encamê de derket ku îsal li wan navçeyan biqasî 8 milyar dînaran ziyan gihaye cotkarên wan navçeyan, ku ev ziyaneke mezin e.”




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact