Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 2 OCT 2026 00:50 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Axaftinên xapînok ên Cemîl Bayik û bersivnedana pirsyara mezin
| KDP.info


Çavdêrek

Serkirdeyê PKKê Cemîl Bayik hinek gotinên xapînok ji rojnameya “El-Nehar” a Misrî re dibêje. Gotinên wî tevlihev in û îdîyayên mezin û nelojîk in, ku incex ew gotin bikevin serê kesên xwedî hizreke kevnar û serê berpirsên PKKê. Lê em li ser çend xalan ji wan gotinan bisekinin.

Cemîl Bayik tometa kevin a PKK dûbare dike, derbarê êrîşên Tirkiyê li ser navend û çekdarên PKKê li nava Herêma Kurdistanê. Jibilî ku ew tomet nehêja ye ku em bersiva wê bidin, lê ew tometên wî xwedizîn e ji pirsyara herî mezin: Berpirsên PKKê û çekdarên wan li vir, li Herêma Kurdistanê, çi dikin? Çekdarên PKKê çima ne li Şirnex û Amed û Qaris û Dêrsimê ne? Çima li Qendîl û Şarbajêr û Pêncwên û Şingalê ne? Ew mafên ku rêveberên PKK îdîaya wan dikin, li cem Herêma Kurdistanê ne? PKK çi ji Herêma Kurdistanê dixwaze?

Ev pirsyara mezin a hemû hizib û hêzên netewî û niştîmanî yên Kurdistanê ye, û ne tenê pirsyara Herêma Kurdistanê ye, lêbelê pirsyara tevahiya perçeyên Kurdistanê ye. Bêguman di pêşerojeke dê ev pirsyar bibin ên wan hezaran malbatên ku rêveberên PKKê di nava lîstikên dewletên navçeyê de û di bin siloganên xapînok de, keç û kurên wan bi kuştin dan. Wê demê dê ne ev tometên Bayik û berpirsên din ên PKKê bikêrî wan werin û ne jî ev îdîayên mezin û karên wan ên biçûk bi hewara wan ve werin.

Li cihekî din jî, Cemîl Bayik wek adeta herdem a berpirsên PKKê, ku xwe wek axayên hemû Kurdistanê dibînin, bê ku îtîrafê bi nav û axa Kurdistanê bikin, rê dide xwe ku sitratîjiya netewî ji bo hemû Kurdan deyne.

Li vir em bi bîra Cemîl Bayik û berpirsên PKKê û hemû wan kesên ku bi gotin û siloganên mezin ên PKKê hatine xapandin, tînin. Ji roja ku tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê destpê kiriye, we hemû hewlên xwe dane û hûn berdewam in ku hûn derfetê nedin xebata rizgarîxwaz a xelkê Kurdistanê ku biser bikeve û hûn hewil didin xelkê Kurdistanê bikşînin nav şer û dijayetiya neteweyên ligel Kurdan, herwiha hûn li pey neyarên Kurd û Kurdistanê û dewletên dagîrker dikevin. Serkirdayetiya dîrokî ya wê tevgerî bawerî bi xebata netewî û niştimanî ya Kurdî ji bo mafên netewî û niştîmanî ên Kurd û tevahiya xelkê xelkê Kurdistanê hebû û rê neda û nade ku ew xebat jirê ve biçe û Kurd bikein şerê neteweyên ku ligel Kurdan dijîn. Lewma tekezkirina Bayik û serkirdeyên PKK li ser van şerên malwêranker e, û hewil didin ku pişta neteweyekê bigrin di şerê neteweyeke din de, ev jî lîstikeke cihê tirsê ye û Kurd û xelkê Kurdistanê beriya herkesî ziyanê jê dibînin.

Bi kurtî xebata Kurdan û xelkê Kurdistanê ji bo bidestveanîna mafên netewî û niştîmanî ye, ne ji bo şerê vê neteweyê û wê neteweyê ye. Ev demeke dirêj e ku rêveberên PKKê bi gotina xelkê hewil didin ku pênaseya xebata tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê biguherin, lê pilana wan biser neketiye û nakeve û têkoşerên Kurd û Kurdistanê li pey wê lîstika bitirs a berpirsên PKKê nakevin.

Divê Cemîl Bayik û rêveberên partiya xwe zanibin: Diyarkirina sitratîjiya netewî û niştîmanî ya xelkê Kurdistanê, diyarkirina ku kî dost e û kî neyar e, ne ji mefê wan e û ev yek mafê tevahiya xelkê Kurdistanê ye.

 




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsolosê Giştî yê Rûsyayê kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 22:10:51

Hewlêr-KDP.info: Êvariya îro pêncşemê 01/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erka wî ya wek Konsolosê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Maksîm Rubîn kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer û şanda pê re kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 21:10:53

Hewlêr-KDP.info: Roja Pêncşemê 1ê Cotmeha 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Xemîs Xencer û şanda pê re kir.

 
Peyamek ji Serok Barzanî

WEDNESDAY, 30 SEPTEMBER 2026 15:09:28

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi boneya bidawîhatina fermî ya erkê serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê peyamek belav kir. Serok Barzanî xelkê Kurdistanê dilniya kir ku parastina Herêmê di destên ewle de ye. Herwiha hişyariyeke tund jî da wan aliyên ku xeyala têkdana aramiya Herêma Kurdistanê dikin.

 
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Lord Michael Ashcroft kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:36

Hewlêr-KDP.info: Îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Lord Michael Ashcroft, Serokê fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrat (IDU) û siyasetmedar û kesayetiyê diyar ê Brîtanî kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Çînê kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:33

Hewlêr-KDP.info: îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîhatina erkê wî wek Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê û bi mebesta malavayiyê, pêşwaziyê li birêz Liu Jun kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact