Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 6 OCT 2026 01:21 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Encamên hilbijartinan li navçeyê Kurdistanî Kurdistanîbûna wan navçeyan piştrast dike
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 13ê Cotmeha 2021ê serokatiya civîna asayî ya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de pesnê xweragiriya xelkê deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê da û ragihand; divê nûnerên Kurdistanê ji bo dakokîkirina heq û mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê bixebitin.

Di destpêka civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya bidawîbûna proseya dengdanê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, bi navê Encûmena Wezîran, pîrozbahî li gelê Kurdistanê û hemû aliyên serkeftiyên hilbijartinê kir û spasiya Pêşmerge, polîs û hêzên asayîşê yên navxwe û giştî kir, ku erkê xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîn di pêkanîna zemîneke aram de ji bo proseya dengdanê.

Serokwezîr destnîşan kir ku divê nûnerên Kurdistanê êdî li Parlamentoya Iraqê bi hev re yekgirtî û bi hemahengî û yekrêzî bixebitin ji bo dakokîkirina heq û mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û ji milmilaniya navxweyî dûr bin. Herwiha tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ji bo her alîkarî û hemahengiyek ligel nûnerên Kurdistanê yên li Parlamentoya Iraqê, bi hemû ciyawazî û rengan ve, ji bo berdewamkirina xebat û hemahengîkirina ligel hikûmeta federalî, bi armanca dabînkirina maf û heqên destûrî yên Herêma Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî pesnê xweragiriya xelkê deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê da û pîrozbahiya derçûna nûnerên kurdan li wan deveran kir û ragihand ku encamên hilbijartinan li deverên veqetandî, çespandina nasnameya Kurdistanîbûna wan deveran e. Herwiha tekez kir ku divê nûnerên Kurdistanê bi rêya cîbicîkirina madeya 140 a destûrê bixebitin, da ku rewşa wan deveran were asayîkirin.

Piştre di civînê de Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî Kemal Etrûşî raportek li ser pêşveçûn û astengên li ber cîbicîkirina biryarên Encûmena Wezîran ên ji bo dabînkirina petrola spî û benzînê bi hemahengiyên Wezareta Petrolê ya Hikûmeta Federal pêşkêş kir.

Di beşa sêyem a civînê de, Serokê Fermangeha Hemahengî û Lipeyçûnê Ebdulhekîm Xesrew raportek li ser lipeyçûna cîbicîkirina biryarên çaksazî û rêkûpêkkirina dahatan li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir, ku çendîn rasparde tê de hebûn ji bo wezaretên pêwendîdar ji bo bikaranîna wê ji bo xizmeta giştî û projeyên avedankirinê.

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsolosê Giştî yê Rûsyayê kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 22:10:51

Hewlêr-KDP.info: Êvariya îro pêncşemê 01/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erka wî ya wek Konsolosê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Maksîm Rubîn kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer û şanda pê re kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 21:10:53

Hewlêr-KDP.info: Roja Pêncşemê 1ê Cotmeha 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Xemîs Xencer û şanda pê re kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact