Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 9 OCT 2026 04:49 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barznaî: Ev destpêka vejîna abûriya Kurdistanê ye..Me gelek projeyên mezin hene
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta herêma Mesrûr Barzanî îro 27.09.2021ê beşdarî li merasîma vekirina hejmarek saylo û kargehên taybet ên projeya bi bazarkirina genimê cotkarên li Hewlêrê kir û gotarek pêşkeş kir.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragehand, kêmtir ji salekî ye ku xîm û bingehê bi bazar kirina genimê cotkaran hate danîn. Ez spasiya kompanya Xoşnaw dikim ku dest bi ava kirina vê projeya mezin û stratejîk kirin. Şukir ji bo xwedê kêmtirî salekî em li vê derê ne bo vekirina vê projeyê ku geheşte dawiyê. Destxweş ku di demekî kêm de û bilez, bi taybet jî di vê rewşa ku gelek krîzên aborî û tenduristî hene karîn vê projeyê bicîh bînin.

Nêçîrvan Barzanî got: “Bi rastî cîhê destxweşiyê ye û dilê mirov xweş dibe ku mirov dibîne soz bicîh tên û encamên projeyan derdikevin û hemû jî di xizmeta xelkê Kurdistanê de dikevin kar.”

Serokê hikûmetê wiha domand: “Ev projeya stratejî dê alîkar be ji bo dabîn kirina asayîşa xorak li herêma Kurdistanê. Xwedî şiyana berhemê cotkaran e û berê jî gelek caran me behs kir ku cotkar êdî nabin di xema berhemên xwe de bin. Ev yek ji wan projeyane ku li parêzgehên din jî projeyên wek vê di warê cîhbicîhanînê de ne û hin ji wan destpê kiriye. Hêvîdarim ew jî zû temam bibin bo ku hemû ew projeyane bikevin xizmeta cotkaran. Ji xweda hêvî dikim ku berhemên cotkarên me jî zêde bike û xêr û bereketê bibexşe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Projeyên waha yên wek saylo û embar û gelek kargehan pêkhatiye, dikare berhemên cotkaran ên genim û dan bikin xorak û careke din vegerîne bazarê û bigehîne hemwelatiyên xoştevî. Ev yek dikare derfeta kar ji bo gelek warên din ên wek bazirganî û pîşesazî ava bike. Ez daxwazê ji hilberînerên xoştevî yên Kurdistanê dikim, li ser berfirehtir kirina karê xwe yê hilberînî bifikirin, bi taybet jî di warê kiştûkalî de ku sektorekî gelek giring e û serekî ye bo pêşxistina bingehê aboriya Kurdistanê, ku em bikarin li ser lingên xwe rawestin. Wekî sozên berê yên hikûmeta herêma Kurdistanê me daye, em tenê pişta xwe nedin çavkaniyekî û bi yek çavkaniyekî ve girênedin.”

Mesrûr Barzanî got jî: “Em xwedî axeke dewlemend in, em dikarin zêdetir sûd ji vê axê wergirin, lê eger me biryar û bernameya dicîh de û dirust hebe. Wekî ku min behs kirî, dema nexwaş û rewşa xirab em jê dûrketin, lê eger mirov şiyana fikirandina rast hebe û îradeyekî bihêz hebe, em dikarin ji vê qonaxê jî bi berhem derbikevin.

Mesrûr Barzanî got: Ez careke din spasiya berpirsên hikûmet û sektora taybet dikim ku giringiyekî zêde dan pêşxistina sektora kiştûkal, ev jî yek ji wan nimûneyane ku naha em berhemên wê dibînin.”

Herwaha Mesrûr Barzanî got: “Ev destpêka vejîna abûriya Kurdistanê ye. me gelek projeyên mezin hene li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê û hêvîdarim ew jî di demekî zû de bikarin cîhbicîh bên. Armanca me tenê ew nebû ku tenê sektorek, yan aliyek, yan jî çînek tenê sûdmend be ji aboriya Kurdistanê. Me xwestiye bingehekî bihêz ê aborî bo Kurdistanê ava bikin, ku nifşên nû bikarin li ser lingên xwe rawestin û em bikarin bi avakirina wî bingehê aborî ve jiyana xelkê û standartên jiyana xelkê Kurdistanê ji bo asteke din bilind bikin. Hêvîdarim vî erkî de xwedê derfetê bide me û em bikarin serkevin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Pêwîstiya me bi hevkariya we xoşteviyan heye. pêwîstiya me bi hevkariya hemwelatiyan û sektora taybet û fermanberên hikûmetê heye ku şev û roj di xizmeta xelkê Kurdistanê de bin. Ji bo ku vî erkê pîroz ê wek emanet ketiye stûyê me em bigehînin cîh.”


 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact