Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 8 OCT 2026 03:38 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî li gel Boris Johnson civiya
| KDP.info


London-KDP.info- Berî nîvroya îro în 17.09.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Londonê bi germî ji aliyê birêz Boris Johnson Serok Wezîrê Brîtanya ve li Nivîsîngeha xwe ya li 10 Downing Street hate pêşwazî kirin.

Li civîneke dostane da birêz Serok Wezîrê Brîtanya xweşhaliya xwe bi pêşwaziya birêz Serokê Herêma Kurdistanê derbirî û spasî serdana xwe ya Londonê kir, her wiha dûpat kir ku Brîtanya bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistan û Iraqê dinêre û ew peywendiyên sîh sal berê bi damezrandina navçeya nefirîna li navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya da dirust bûn, dimînin û dakokiyê li berdewamiya pêgiriya Brîtanya bi piştgîrî û bihêzkirina peywendiyan kir.

Serok Wezîr Boris Johnson tekez li wê yekê kir ku peywendî dîrokî ne û divê bêne bihêztir kirin bi taybetî li warê aboriyê da, ji bo eve jî derfeteke baş heye û xwazyarin danustandin û serdana şandên her du aliyan zêdetir bikîn. Her wiha xwesta xwe ya ji bo serdanîkirina Hewlêrê nîşan da û got: Bîranînên minên xweş yê wê serdana min heye. Rêzdar spasî Serok Nêçîrvan Barzanî kir ji bo wê rola li çareserkirina kêşeyan li Iraq û bi navê aramiyê da dibîne.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî serdana Londonê û civîna li gel Serok Wezîr Boris Jhonson bi dilniyaker û girîng ya ji bo pêşxistina peywendiyan da zanîn bi taybetî piştî wan pêşhatên li navçeyê da hatine holê, her wiha spasî Serok Wezîr û Hikûmeta Brîtanya û Hevpeymanan kir ji bo piştgîriya siyasî û serbazî û miroviya li Iraq û Herêma Kurdistanê û xwesta pêşxistina bi hemû warên alîkariya li gel Brîtanya dûpat kir, bi taybetî jî li warê aborî û veberhênanê da ku derfeteke baş heye.

Di derbarê peywendiyên Hewlêr – Bexda û kêşeyên helawestiyên navbera wan jî Serok Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser berdewamiya guftûgo û hebûna keşûhewayeke erênî ya li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê kir û tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê xwazyar û amadeye hemû kêşeyan li ser bingeha destûrê çareser bike.

Rewşa pejika Kovid-19, şerê teror û metirsiyên serhildana Da’îş ku hê jî gefeke rastîne, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên hevsû û cîran û navçeyê, rewşa koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê, pêşhatên Efxanîstan û encamên wê, çend mijareke dinê civînê bûn.

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact