Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 30 SEP 2026 15:14 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Doza gelê Kurdistanê ne bi tenê mûçe ye, gelê Kurdistanê xwedî dozeke siyasî
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di merasîma destpêkirina kampanya PDK ya ji bo hilbijartinên Iraqê beşdar bû û tê de got, doza gelê Kurdistanê ne bi tenê mûçe ye, lêbelê gelê Kurdistanê xwedî dozeke siyasî.

Îro Şemiya 11.09.2021 li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî beşdariya rêwresma destpêka helmeta bangeşeya Partiya Demokrata Kurdistanê ya ji bo hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê da kir.

Her di vê rêwresmê de Serok Barzanî gotarek pêşkêşî amadebûyan kir û tê de behsa 60emîn salvegera Şoreşa mezin a Îlonê kir û balkişand li ser wê yekê ku şoreşa Îlonê şoreşeke siyasî û civakî û çekdarî bû û ji bo dirustkirina takekesê Kurd bû, bo ku Kurd ew bawerî jêre dirust bibê ku xwediyê dozeke û berevaniyê li doza xwe bike. Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku şoreşa Îlonê penageyek bû ji bo têkoşer û pêkhatên dinê Iraqê jî û berdê bingehê jî bû ji bo tevgera rizgarîxwaziya Kurd û gelê Kurdistanê hişyar kir.

Her di dirêjahiya gotara xwe de Serok Barzanî ronahî xiste li ser hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê û ragihand ji bilî hebûna têbîniyeke zêde ya li ser sîstema hilbijartinê û nebûna dadperweriyê li dabeşkirina kursiyan û encamnedana serjimêriyê, lê belê ji ber berjewendiya giştî û parastina sengê PDKê û Kurd biryar hate dayîn ku PDK beşdariyê di hilbijartinê de bike. Daxwaz jî kir xelk beşdarî hilbijartinê bibin û hilbijartineke bêkêmasî û paqij birêve biçê. Serok Barzanî ji bilî balkişandina bi wê yekê ku li meha Adara 1991 daxwaz kir ku pêwîste hilbijartin bê kirin û li qonaxa rewatiya şoreşgerî ji bo rewatiya destûrî biçin, tekez jî li wê yekê kir ku hilbijartin baştirîn rêye ji bo guhertina li desthilatê.

Serok Barzanî balkişand li ser encama hilbijartinên berê yê Iraqê û ragihand ku gelê Kurdistanê di hilbijartina berê de padaşta helwestên neteweyî û niştimanî yên PDKê da. Hêvî jî xwest li hilbijartina çarenûssaza vê carê PDK encameke baş bi dest ve bîne û careke din PDK partiya yekemîn be li ser asta Iraqê. Daxwaz jî li alîgirên PDK kir ku pêgirê rêkarên hilbijartinê bin û xwe ji zimanê zibr û labela biparêzin û aramî û asayîşê ber çav bigrin. Her wiha daxwaz jî ji aliyan kir ku li şûna hewla hevdû şikandinê bîr li wê yekê bikin ku çawa pêkve kar bikin û li beranber gefan rawestin. Bi pêwîst jî zanî ku giriftên li gel Bexda bi hevdû têgihiştin û li ser bingeha şeraket û hevsengî û sazanê bêne çareser kirin.

Her di vê gotarê de Serok Barzanî tekezî kir li ser wê yekê ku kêşeya gelê Kurdistanê ne bi tenê mûçe û maaş e, lêbelê gelê Kurdistanê xwedî dozeke siyasî ye û divê dûrî li atîfe û demargîriyê bîr li çareseriyeke ciddî bê kirin. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku xelk mafê xwe heye dilgiranê paşerojê bê û ji bo nehiştina wê dilgiraniyê divê hemû aliyek hewl bidin pêkve kêmasiyan nehêlin. Serok Barzanî xelkê Kurdistanê ji wê yekê jî piştrast kir ku hêzên Pêşmerge bi qehremaniya xwe berevaniyê kirin û bi hebûna gedeyên dilsoz û qehreman rê nadin ku Kurdistan bikevê destê biyaniyan.

Li dawiya gotara xwe de Serok Barzanî daxwaz ji sazî û damezraweyên Herêma Kurdistanê kir ku bîr li wê yekê bikin xizmetguzariyeke baştir pêşkêşî xelkê Kurdistanê bikin û tekez li ser girîngiya perwerdeyê kir û bi pêwîst zanî ku perwerdeya nifşa nû li ser bingeha wefa û xweşdiviya ji bo niştiman be. Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo berbijêrên Partî li hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqê xwest û daxwaz ji wan kir ku axaftinên kêm bikin û karên zêde ji bo miletê xwe bikin.

 




Nûçeyên din

Peyamek ji Serok Barzanî

WEDNESDAY, 30 SEPTEMBER 2026 15:09:28

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi boneya bidawîhatina fermî ya erkê serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê peyamek belav kir. Serok Barzanî xelkê Kurdistanê dilniya kir ku parastina Herêmê di destên ewle de ye. Herwiha hişyariyeke tund jî da wan aliyên ku xeyala têkdana aramiya Herêma Kurdistanê dikin.

 
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Lord Michael Ashcroft kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:36

Hewlêr-KDP.info: Îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Lord Michael Ashcroft, Serokê fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrat (IDU) û siyasetmedar û kesayetiyê diyar ê Brîtanî kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Çînê kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:33

Hewlêr-KDP.info: îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîhatina erkê wî wek Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê û bi mebesta malavayiyê, pêşwaziyê li birêz Liu Jun kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navneteweyî ya Demokrat (IDU) kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 19:09:42

Hewlêr-KDP.info: Roja Sêşemê 29ê Îlona 2026an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li kesayetiyê navdar ê Brîtanî û Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navneteweyî ya Demokrat (IDU) Lord Michael Ashcroft kir.

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrasiyê kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 09:09:16

Hewlêr-KDP.info: îro Duşemê, 28ê Îlona 2026ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li siyasetvan, xwedîkar û Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrasiyê (IDU) kir; Lord Ashcroft armanca serdana xwe eşkere kir û her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Îraq û deverê li hev guhertin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact