Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 2 OCT 2026 06:19 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Seyda: Herêma Kurdistanê jimareyeke girîng e di siyaseta Rojhilata Navîn de
| KDP.info


Stokholm-KDP.info- Siyasetanê diyarê Rojavayê Kurdistanê û Serokê berê yê Encûmena Niştimanî ya Sûriyê Ebulbasit Seyda dibêje, divê Kurd niha ji hemû demekê zêdetir ji bo gef û tehdîdan xwe amade bikin, ji ber ku Kurd li Rojhilata Navîn êdî jiareyeke mezin û girîng in û divê xwe ji bo guhertinan amade bikin.

Ebdulbasit Seyda ji malpera KDP.info re ragihand: “Herêma Kurdistanê hevsengiya siyaseta xwe parastî ye û kariye bibe malbendeke dîplomatîk cîhanî li navçeyê, ku siyaseteke rast û dirust li Rojhilata Navîn birêve biriye, loma dikare bandora wê mezintir be.”

Seyda wiha got: “Gelek amajeyên siyasî hene ku Herêma Kurdistanê cihekî siyasî mezin di nava siyseta cîhanê de girtiye, ew jî wek peyama ku Papayê Vatîkanê belav kir û wek hatina dîplomatkarên welatan bo Kurdistanê û pêkejiyana olî li vê herêmê, ku vê yekê li cîhanê deng vedaye.”

Ebdulbasit Seyda wiha domand: “Divê Rojavayê Kurdistanê jî çav li Herêma Kurdistanê û ezmûna Herêma Kurdistanê bike pilan ji bo pêşeroja xwe. Tişta ku PKK û hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê dike karekî xerab e ji bo ezmûna siyasî ya Kurd li Sûriyê û navçeyê.”




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsolosê Giştî yê Rûsyayê kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 22:10:51

Hewlêr-KDP.info: Êvariya îro pêncşemê 01/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erka wî ya wek Konsolosê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Maksîm Rubîn kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer û şanda pê re kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 21:10:53

Hewlêr-KDP.info: Roja Pêncşemê 1ê Cotmeha 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Xemîs Xencer û şanda pê re kir.

 
Peyamek ji Serok Barzanî

WEDNESDAY, 30 SEPTEMBER 2026 15:09:28

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi boneya bidawîhatina fermî ya erkê serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê peyamek belav kir. Serok Barzanî xelkê Kurdistanê dilniya kir ku parastina Herêmê di destên ewle de ye. Herwiha hişyariyeke tund jî da wan aliyên ku xeyala têkdana aramiya Herêma Kurdistanê dikin.

 
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Lord Michael Ashcroft kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:36

Hewlêr-KDP.info: Îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Lord Michael Ashcroft, Serokê fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrat (IDU) û siyasetmedar û kesayetiyê diyar ê Brîtanî kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Çînê kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:33

Hewlêr-KDP.info: îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîhatina erkê wî wek Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê û bi mebesta malavayiyê, pêşwaziyê li birêz Liu Jun kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact