Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 17 SEP 2026 12:55 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî di rêwresma sundxwarina serokê Îranê de beşdar bû
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Pêncşema 05.08.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Tehranê beşdariya rêwresma sundxwarina Serokê nû yê Komara Îslamiya Îranê Îbrahîm Reîsî de kir ku li Encumena Şûraya Îranê birêve çû.

Her di çarçoveya serdana fermî ya Tehranê de, biryar e sibê în 06.08.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Îbrahîm Reîsî Serok Komarê Îslamiya Îranê û berpirsên pilebilind ên Îranê bicive.

Serok Nêçîrvan Barzanî berî nîvroya îro bi Serokayetiya şandekê gihîştibû Tehranê ku Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Wezîrê Ewqaf û Karubarê Olî, Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan û Wezîrê Kar û Karubarê Civakî ligel wî ne.

 

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Îtalyayê yê li Iraqê kir

WEDNESDAY, 16 SEPTEMBER 2026 23:09:15

Hewlêr-KDP.info: Roja Çarşemê 16ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Birêz Niccolò Fontana, Balyozê Îtalyayê li Iraqê kir.

 
Mesrûr Barzanî û Balyozê Îtalyayê berdewamiya piştevanîkirina hêza Pêşmergeyan tekez kir

WEDNESDAY, 16 SEPTEMBER 2026 22:09:09

Hewlêr-KDP.info: îro Çarşemê, 16ê Îlona 2026ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Îtalyayê li Îraqê Niccolò Fontana kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê Çînê li Hewlêrê kir

WEDNESDAY, 16 SEPTEMBER 2026 22:09:46

Hewlêr-KDP.info: Roja Çarşemê 16ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Birêz Liu Jun, Konsulê Giştî yê Çînê li Hewlêrê kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziyê li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kir

MONDAY, 14 SEPTEMBER 2026 22:09:00

Hewlêr-KDP.info: Roja Duşemê 14ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Balyoz Steve Fagin, Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Berpirsê Nû yê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kir

MONDAY, 14 SEPTEMBER 2026 21:09:00

Hewlêr-KDP.info: Nîvroya îro Duşem 14.09.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de digel birêz Balyoz Steven Fagin, Berpirsê Nû yê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê, pîrozbahiyê lê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwest, herwiha amadehiya tevahî ya Herêma Kurdistanê ji bo piştgirîkirin û serxistina erkê wî dupat kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact