Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 8 OCT 2026 16:39 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Ji vê mehê û pê de mûçe dê bê qûtkirin were dan
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Tîrmeha 2021ê di gotarekê de ragihand, ji vê mehê ve mûçe bê lêbirîn tê belavkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, “Erkê pêşîne yê hikûmetê, dabînkirina mûçeyan bûye. Eger Hikûmeta Federalî jî berdewam be bi cibicîkirina sozên xwe û şandina beşê budceyê ya di çarçoveya Yasaya Budceya Federalî de li ser rêkeftin hatiye kirin, Hikûmet Herêmê jî dê bi dabeşkirina mûçeyan di dema xwe de û bi temamî berdewan be.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ewê di karîna me de bû ji bo dabînkirina mûçe me encam da, ji bo ku bikarin bi baştirîn şêwe îdareya rewşa Herêma Kurdistanê bikin. Bi budceya ku li ber destê me bû, her çend e kêm bû û me nikarî mûçe wek xwe bidin ku me pêştir soz dabû ku bi we re rastgo û şefaf bin, ewê li ber destê me be, pêşîne ji bo mûçeyên welatiya dibe.”

Mesrûr Barzanî got: “Karê destpêkê yê hikûmetê, dabînkirina budce û dabeşkirina mûçeyan e, lê erkê hikûmetê ne tenê dabeşkirina mûçeyan e, hikûmet berpirsa ji bo dabînkirina jiyan xizmetguzariyan wek av, elektirîk û cibicîkirina projeyên stratejîk in, mûçe jî beşek ji wan erkan e. Erkê hikûmetê ye ku xizmetguzariyan bigihînin hemû welatiyan ên mûçeyan werdigirin û wernagirin.”

Herwaha diyar kir: “Berfirehkirin û hemecurkirina jêderên dahatê, erkekî pêşîne yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û me hewl da bêyî ku ti qerzekê bikin, xelkê Kurdistanê di pêşerojê de baweriyê bo dahatên xwe bikin, di vê de jî heta radeyekê serkeftî bûn. Spasiya sektora taybet jî dikim kudi cibicîkirina projeyên hikûmetê dehevkar bûn. Em jî berdewam dibin ji bo pêşxistina vê pêwendiya tendirust ya di navbera hikûmet û sektora taybet de. Em bi hev re dikarin aboriyeke bihêz ji Kurdistanê dabîn bikin.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact