Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 4 MAY 2026 16:19 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Tevgera Goran kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 12mîn saliya damezrandina Tevgera Goran peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Bi germî pîrozbahiyê li we yên birêz û endamên Xaneya Raperandin û Civata Niştimanî û hemû endam û alîgirên tevgera we dikim. Di bîranîna 12mîn saliya damezrandina Tevgera Goran da, bi germî pîrozbahiyê li we yên birêz û endamên Xaneya Raperandin û Civata Niştimanî û hemû endam û alîgirên Tevgera we dikim.

Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Tevgera Goran wekî aliyekê bi bandor, roleke xwe ya ber bi çav li proseya siyasiya Kurdistanê de heye û ew prose îro ji her demê zêdetir yekrêzî û pêkveyiya li hemû aliyek dixwaze.”

Di beşeke din a peyama xwe Nêçîrvan Barzanî hêviya bihêzkirina peywendî û yekrêziyê kir û got: “Hêvîdarim ev bîranîn û helkeft bibin derfeta kûrkirina giyanê tebayî, bihêzkirina peywendî û hevxebatiya di navbera aliyan, karê hevbeş ya çareya qeyran û giriftan ber bi parastina maf û destkeftan û pêkanîna jiyan û guzeraneke baştir a ji bo gelê Kurdistanê. Dûbare pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinê dixwazim.”

 

 




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê ligel serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê civiya

MONDAY, 04 MAY 2026 14:05:19

Bexda-KDP.info : Berînîvroya îro Duşemê 2026/5/4, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê de, bi lîderên Çarçoveya Hevahengiyê re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê seredana Bexdayê dike

MONDAY, 04 MAY 2026 12:05:38

Hewlêr-KDP.info : Îro Duşemê 2026/5/4, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdaneke du rojî ber bi Bexdayê ve bi rê dikeve.

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Raspartî ElZeydî, Pêvajoya Siyasî Gotûbêj Kirin

SUNDAY, 03 MAY 2026 00:05:14

Hewlêr-KDP.info: Êvara îro Şemî 02.05.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Elî Falih ElZeydî, Serokwezîrê Raspartî yê Iraqê kir, ku bi hevrêtiya şandek ji serkirdeyên Çarçoveya Hemahengiyê serdana Herêma Kurdistanê kirine.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Raspartiyê Iraqê kir

SATURDAY, 02 MAY 2026 19:05:05

Hewlêr-KDP.info : Roja Şemî, 2ê Gulana 2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Elî El-Zeydî, Serokwezîrê Raspartiyê ji bo pêkanîna hikûmeta federal a Iraqê, û şandeke Çarçoveya Hemahengiyê kir.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di Roja Cîhanî ya Karkeran de

FRIDAY, 01 MAY 2026 12:05:58

Hewlêr-KDP.info : Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran peyamek belav kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact