25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî cejna malbatên şehîdan û pêşmergeyan pîroz dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro Duşema 19ê Tîrmeha 2021ê bi boneya hatina cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de pîrozbahî li malbatên şehîdan û pêşmergeyan û hemû misilmanên Kurdistan û cîhanê kir.

Mesûd Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Bi helkefta hatina cejna pîroz a Qurbanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim.

Di peyama xwe de Serok Barzanî herwiha dibêje: “Hêvîdar im ev helkefta pîroz xêr û bereket û selametiyê ji bo hemû xelkê Kurdistanê pêk bîne û birayetî, tebayî û pêkvejiyana li welatê me bihêztir bike û bibê sedema berqerarbûna aştî û aramiya li navçeya me û cîhanê.

 

Mesûd Barzanî”

19.07.2021

Nûçeyên têkildar