Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 10 MAR 2026 00:39 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mehmûd Mihemed: PKK bi vê siyaset xwe metirsî ye li ser herçar perçeyên Kurdistanê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Berdevk û Endamê Polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, PKK bi vê siyaset û rêbaza xwe ya niha, metirsî ye li ser statuya Herêma Kurdistanê û destkeftên wê, herwiha metirsî ye li ser perçeyên din ên Kurdistanê jî.

Mehmûd Mihemed di hevpeyvînekê de ligel Xendan, behsa pêwendiyên PDK û PKK dike û dibêje niha ew pêwendî nebaş in, ji ber ku PKK xwe wek bedîl ji bo hemû hizbên Kurdistanê dibîne, herwiha xwe wek bedîl ji bo Hikûmet û Parlamento û Serokatiya Herêma Kurdistanê dibîne.

Mehmûd Mihemed wiha got: “PKK wisa hizir dike, ji ber ku çekdarên wê hatine Herêma Kurdistanê divê êdî hertişt di destê wan de be. Bi baweriya wan gerek Hikûmeta Kurdistanê nemîne û encûmenk were avakirin û ew di wê encûmenê de beşdar bin. Wisa hizir dikin ku ti hilbijartin nehatiye kirin û ne parlamento û ne hikûmet û ne jî serokatiya herêmê hene. Baweriya wan bi yasayê nayê. Dixwazin deselata Herêma Kurdistanê di destê wan de be.”

Berdevkê Polîtburoya PDKê wiha domand: “Herwiha PKK di wê baweriyê de ye ku heq bi wan re ye û tişta ku ne bi dilê wan be neheq e. PKK qet negotiye ew hirmetê ji statyoya Herêma Kurdistanê re digrin. PKK li gund û bajar û bajerokên Herêma Kurdistanê çi dike? Çima dibin sebeb ku Tirkiye bê û deverên Herêma Kurdistanê dagîr bike?. Çekarên wan rê li pêşiya Pêşmerge digrin. Rê li pêşiya rêveberiyên gund û nahiyeyan digrin û nahêlin biçin xizmeta deverên xwe bikin. Nahêlin cotkar biçin ser erd û zeviyên xwe û berhemên xwe bidin hev?. PKK tenê ji bo xapandina xelkê Kurdistanê di medyayê de dibêjin baweriya me statyoya Herêma heye. Eger rast dibêjin, bila deselata Hikûmeta Kurdistanê li hemû axa Herêma Kurdistanê be. PKK revya ye û hatiye Herêma Kurdistanê û derî ji wan re hatiye vekirin û dikarin karê siyasî bikin, lê li ti welatekî çêbûye ku partiyek bê welatê wan û ji cem wan biçe êrişî dewleteke din bike? Kes vê yekê qebûl dike?.”

Mehmûd Mihemed ragihand: “Çi wek Serok Mesûd Barzanî û çi jî wek PDK, em qet şerê navxwe û birakujî qebûl nakin, lê tişta ku heye, PKK şerê xwe difroşe Hikûmeta Herêma Kurdistanê. PKK ye ya ku ji bo cihekî din ava bûye û hatiye vir û dixwaze rêveberiya vir bike. Tişta ku bi xwîn û xebata zarokên me bidestve hatiye, PKK diwaze xwe bike xwediyê wê. Kere bikin cihê ku ji bo wê çêbûne û li wir xebat û têkoşanê bikin. Herêma Kurdistanê ji aliyê destûrî û nadewletî ve hatiye naskirin û xwedî hikûmet û parlamento û serokatiya herêmê ye, çima pirsgirêkan jê re derdixin?.”

Derbarê hatina artêşa Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê, Mehmûd Mihemed wiha got: “Heya PKK nehat û ji axa Herêma Kurdistanê şerê Tirkiyê nekir, Artêşa Tirkiyê nehat û axa Herêma Kurdistanê dagîr nekir. Beriya ku PKK bê, artêşa Tirkiyê hatibû nava axa Herêma Kurdistanê? Piştrast bin eger PKK li vir nemîne Tirkiye artêşa xwe naşîne Herêma Kurdistanê, eger bişîne jî, Herêma Kurdistanê û xelkê wê di rûyê wan de bisekinin.”

Derbarê binkeyên Tirkiyê jî, Mehmûd Mihemed zelal kir ku Parlamentoya Kurdistanê bi fermî biryar daye ku ew binke li Herêma Kurdistanê nemînin û herwiha Hikûmeta Iraqê jî daxwaz kiriye ku navenda wan li Başîk nemîne, lê Hikûmeta Iraqê jî nikare wan derxîne.

Mehmûd Mihemed got, PKK bi vê siyaset û rêbaza xwe ya niha, metirsî ye li ser statuya Herêma Kurdistanê û destkeftên wê, herwiha metirsî ye li ser perçeyên din ên Kurdistanê jî.

Derbarê axaftinên PKKê jî ku dibêje me di şerê li dijî DAIŞê de alîkariya Herêma Kurdistanê kir, Mehmûd Mihemed wiha got: “Ew alîkarî bi çend kesan hat kirin? Bi dehan hezar Pêşmerge di çeperên şer de bûn, qey çend kesan ji wan alîkariya me kiriye. Bi hezaran Pêşmerge şehîd û birîndar bûn. Alîkariya baş a PKKê bo Herêma Kurdistanê ew e ku destê xwe nexin nava hinek mijaran. Dema li Kobanî gotin, êdî pêwîstiya me bi alîkariya Pêşmerge nemaye, Hêzên Pêşmerge ji Kobanî vegeriyan Herêma Kurdistanê. Eger di şerê DAIŞê de alîkariya Herêma Kurdistanê kirin û dema şer bidawî bû û Herêma Kurdistanê spasiya wan, gerek ji Herêma Kurdistanê vekişyana. Heya niha jî li Şingalê ne û bûne pirsgirêk ji Şingalê re, tevî ku me û Bexdayê lihev kiriye ku em rewşa Şingalê baş bikin û eger ew yek pêk were û rewşa Şingalê baş bibe dê bibe derî ji bo ku rewşa Mexmûr û Kerkûk û navçeyên din jî baş bibe. Lê PKK li Şingalê bûye kêşe û nahêle ew rêkeftin were bicîhanîn.”

Mehmûd Mihemed ew gotin red kirin ku dibêjin, PDK alîkariya Tirkiyê dike di lêdana PKKê de, ji ber ku pêwîstiya Tirkiyê bi alîkariya PDKê nîne, ji ber ku Tirkiye ji aliyê teknelojiya pir ji Iraq û Herêma Kurdistanê pêşketîtir e û ji aliyê serbazî ve jî. Amerîka jî bi şêweyekê alîkariya Tirkiyê dike, lê bi baweriya min di lêdana PKKê de pêwîstiya Tirkiyê bi kesî nîne.

 




Nûçeyên din

Peyamek ji Serok Barzanî ji bo Raya Giştî re

SUNDAY, 08 MARCH 2026 16:03:09

Hewlêr-KDP.info: îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) , Serok Barzanî li ser êrîşên li ser Herêma Kurdistanê peyamek ji raya giştî re belav kir.

Serok Barzanî: Min rêz ji bo rol û qurbanîdanên jinên Kurdistanê heye

SUNDAY, 08 MARCH 2026 14:03:05

Hewlêr-KDP.info: îro (Yekşem, 8ê Adara 2026ê) ,Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek belav kir.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Roja Cîhanî ya Jinan

SUNDAY, 08 MARCH 2026 14:03:03

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 8ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan peyamek belav kir û pîrozbahî li jinên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Serokê Herêmê û Serokê Îmaratê rewşa navçeyê gotûbêj kirin

FRIDAY, 06 MARCH 2026 22:03:00

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Adarê, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî ji Serokê Dewleta Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan wergirt.

 
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr El-Sûdanî tekez li ser parastina ewlehiyê kirin

FRIDAY, 06 MARCH 2026 21:03:00

Hewlêr-KDP.info: Êvara îro Înê 06.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Mihemed Şiya El-Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê yê Federal wergirt.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact