Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 6 OCT 2026 14:13 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Ew hêviya we bicîh nayê..
| KDP.info


Zikrî Mûsa

Bi salên dûr û dirêj e ku hizib û aliyên siyasî yên Kurdistanê PKK baş nas dikin, û ha ji pilan û hizir û adyolojya û karên kirêt ên wê partiyên hene. Hemû aliyên siyasî baş agahdarî wê yekê ne ku, dijayetîkirina Herêma Kurdistanê dezgehên Herêma Kurdistanê beşeke nayê guhertin ji siyaset û cîhanîbûna PKKê. Lê tişta ku me matmayî dike, her dema ku çekdarên PKKê dest bi şerfiroştin û derxistina pirsgirêkan kirin ji Herêma Kurdistanê re, hinek medya û bal û aliyên siyasî yên Kurdî bilez tohmet xistin histê PDKê ku hizr li şerê navxwe dike yan jî nexşeyê ji bo şerê Kurdî Kurdî datîne. Li vir pirsyar ew e, ji pêwendiya PDK bi karê şerxwazî û reftarên PKKê yên ne di cihê xwe de heye? Eger ev rêbaz û siyaseta PKKê be, gunehê PDKê çi ye û çima tohmeta şerê navxwe û kuştina Kurdan bikeve histê PDKê? Gelo PDK dest bi şer kiriye yan PKK Pêşmerge şehîd kirine?

Di hemû gerên destpêkirina şerfiroştinê û derxistina aloziyan ji aliyê PKKê ve, ji karê zalim ê ser çiyayê Metîn roja 5..6.2021 ve, çekdarên PKKê bi xwe bûne ku Pêşmerge şehîd kirine û her ew bi xwe bûne ku hêzên asayişa Kurdistanê kirine armanca xwe û karên revandinê jî kirine. Eger Pêşmerge û ew hêzên ku asayişa Herêma Kurdistanê li ser milê wan e û ser bi dezgehên herêma Kurdistanê ne ji aliyê PKKê ve tên şehîdkirin, çima nabe berpirsyaretiya şehîdbûna wan bikeve histê PKKê û her divê tohmet li ser PDK be?

Cihê mixabîniyê ye ku di vê xapandinê û neheqiyê de beşek ji YNKê jî beşdar e û tevî ku ew rastiyê baş dizanin, lê çavê ku digrin ji wan destdirêjiyên PKKê û bêşermî PDK bi şerê Kurd û Kurdan tohmetbar dikin. Ew û hinek aliyên din jî li ser wê yekê fêrbûne ku ji bo PDK biêşînin û pirsgirêkan ji PDKê re derxînin hertişî bikin eger ziyanê jî bighînin Herêma Kurdistanê û xwe jî.

Li hemberî şerfiroştin û tawan û karên nedicihê xwe de yên PKKê li dijî Herêma Kurdistanê jî, berdewam bi riya muzayedatê hincetan jikar û tawan û xweferizkirina PKKê derdixin û bi vê bêhelwêstiya wan bêrêziyê bi xwîna wan Pêşmergeyên şehîd dikin, ku li ser axa xwe ji aliyê PKKê ve bi zilim şehîd ketin. Dema em berê xwe didin medyayên partiyên siyasî û girûpên Kurdî dikin û em muzayedat û daxuyanî û helwêsta wan dibînin, ew hest li cem me çêdibe ku ew jidil dixwazin PDK bikeve nava kêşe ûpirsgirêk û şeran û ji bo vê yekê jî kar dikin. Ew hêxiyeke xerab û neniştimanî û kirêt e. Herwiha asta xerabî û neberpirsyaretiya wan nîşan dide. Xelkê Kurdistanê jî êdî ji wan fêm dikin. Dê rojekê bi xwe werin û dest ji wê riq û kîneya li hemberî PDKê berdin û ew baş jî dizanin ku qet ev hêviya wan bicîh nayê, ku dixwazin PDK bixin nava şerê Kurd û Kurdan.

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsolosê Giştî yê Rûsyayê kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 22:10:51

Hewlêr-KDP.info: Êvariya îro pêncşemê 01/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erka wî ya wek Konsolosê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Maksîm Rubîn kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer û şanda pê re kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 21:10:53

Hewlêr-KDP.info: Roja Pêncşemê 1ê Cotmeha 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Xemîs Xencer û şanda pê re kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact