Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 8 OCT 2026 04:14 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Du sal ji serokatiya Herêma Kurdistanê..“Herdem piştevan e ji xelkê Rojavayê Kurdistanê re”
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Ne tenê Kurdistan, lê belê Iraq û dever jî di rewşeke nexweş de bûn. Rewşa siyasî xerab bû. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi dûrbîniya xwe ya siyasî behsa pirsgirêkan dikir, heya ku ew hizir li cem welatan çêbû ku pêşniyarên Nêçîrvan Barzanî ji bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkan, tekane rê ye. Ev gotina mamosteyê zanîngehê Dr. Xelîl Etrûşî ye ku li ser derbasbûna 2 salan ji serokatiya Herêma Kurdistanê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve, kiribû.

“Nêçîrvan Barzanî nêzîk ji hemû aliyan”

Bi nerîna pispor û mamosteyên zanîngehê, Nêçîrvan Barzanî hertim nerim û aram û jêhatî ye û siyasetmedarek e bi hizreke dûrbîn û fireh di karê ligel pêşhate û bûyeran de. Ew li hindur û derveyî Kurdistanê wekî kesayetiyekî qebûlkirî tê naskirin, ku nerînên cuda û rexneyan bi sîngeke fireh dibe. Herwiha bi wê yekê tê naskirin, ku dikare hemû alî û partiyên siyasî yên nakok lihev kom bike.

Nêçîrvan Barzanî roja 28.5.2019 bi dengê piraniya endamên Parlamentoya Kurdistanê wek serokê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin. Derbarê wê yekê de Dr. Xelîl Etrûşî wiha got: “Nêçîrvan Barzanî bi wergirtina serokatiya Herêma Kurdistanê gelek girêk vekirin û gelek pirsgirêk çareser kirin. Hebûna wî pêwîstiyeke girîng bû. Li ser asta hindur û derve jî serokatiya herêmê bûye lêvegereke Kurdî û maleke Kurdistanî, ku piraniya pirsgirêkan li serokatiya Herêma Kurdistanê çareser dibin.”

Endazyarê karê dîplomatîk

“Nêçîrvan Barzanî bi nerîna siyasetmedaran û di nava navendên siyasî de bi wê yekê tê naskirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan nerîneke baş hebe, lewma jî bûye cihê baweriyê li cem dezgehên cîhanî jî wek Encûmena Asayişa Navdewletî. Ji ber nerîn û pêşniyarên wî yên girîng, Encûmena Asayişa Navdewletî nameya Serok Nêçîrvan Barzanî kir biryar ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de.”

Ji ber pêwendiyên wî ligel hêzên Iraqê û serkiriyên Iraqê gelek pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de çareser bûne. Serokê Herêma Kurdistanê kariye niha ku pêwendiyên dîplomatîk ên Herêma Kurdistanê bighîne qonaxeke mezin li ser asta Herêma Kurdistanê û cîhanê. Nêçîrvan Barzanî li ser asta navdewletî kesek e ku tê qebûlkirin û ji bo her pirsgirêkekê li navçeyê divê nerîna wî bê naskirin.

Serokatiya herêmê parêzerê mafê pêkhateyan e

Nêçîrvan Barzanî hertim piştevan û parêzerekî mezin e ji bo pêkhateyên Kurdistanê û bi temamî piştevaniyê li mafên wan dike, lewma li ser vê pirsê Pisporê Karûbarê Pêkhateyan Xalid Nermo wiha dibêje: “Serokê Herêma Kurdistanê kariye ku hemû pêkhateyên Kurdistanê garantî û piştrast bike ku Kurdistan cihê hemû pêkhate û ol û neteweyan e.”

Nermo wiha got: “Ne tenê piştevan e, lêbelê bi rastî û bi kar pişta pêkhateyan digre û mafên wan diparêze. Nêçîrvan Barzanî Serokatiya Herêma Kurdistanê kiriye kelehek ji bo parastina pêkhateyên Kurdistanê û ligel berpirsên welatan jî behsa rewşa pêkhateyan dike. Lewma welatên cîhanê jî bi çavekî mezin li pêgeha Herêma Kurdistanê dinerin, ji ber ku tekane cih e ku kariye hemû pêkhateyan lixwe bigre û parlamentoya wê itîrafê bi mafên pêkhateyan dike.”

Nêçîrvan Barzanî piştevanê Rojavayê Kurdistanê ye

Ne tenê li ser asta hindurê Başûrê Kurdistanê, lêbelê Serokê Herêma Kurdistanê li ser asta navçeyê jî roleke berçav dibîne di çareserkirina pirsgirêkan û di alîkariya Kurdên perçeyên din ên Kurdistanê de. Derbarê wê yekê Mamosteyê Zanîngehê û Siyasetmedarê Rojavayê Kurdistanê Dr. Kawa Azîzî wiha dibêje: “Serokê Herêma Kurdistanê her ji destpêka şoreşa Sûriyê û heya niha kariye bibe piştevanek ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê û ji bo ku Kurd li wir çarenivîsa xwe diyar bikin. Dema xelkê Rojava penaber bû û berê xwe dan Herêma Kurdistanê, gelekî alîkariya wan kir.”

Azîzî wiha got: “Nêçîrvan Barzanî herwiha hewl dide ji bo ku aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bibin yek û ji bo wê yekê piştgîriya diyaloga wan dike. Nêçîrvan Barzanî heya niha jî herdem piştevan e ji xelkê Rojavayê Kurdistanê re. Ligel hatina Koronayê tenê wî alîkariya xelkê Rojavayê Kurdistanê kir û ji Rojava re pêdviyên tendirûstî û taqîgeh ji wan re şand.”

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact