Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 24 MAY 2026 10:57 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Zêbarî: Hêzên Tikriyê tên navçeyê PKK êrîşî wan nake, Pêşmerge tên êrîşî wan dikin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Çekdarên PKKê bi salan e ku bûne çavkaniya arîşe û pirsgirêkan ji bo xelkê Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Leşkerî yê Serokê Herêma Kurdistanê Babekir Zêbarî jî dibêje, em nikarin êdî bêdeng bimînin li hemberî karên PKKê.

Babekir Zêbarî ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK bi eşkere şerê xwe difroşe Herêma Kurdistanê û beşek ji axa Herêma Kurdistanê dagîr kiriye. PKK mebesta wê dagîrkirine û her cihek ku bikeve destê wê de amade nîne ku berde. Divê xelkê Herêma Kurdistanê bipirsin PKK li ser axa me çi dike.”

Zêbarî wiha got: “Karên PKKê li dijî xelk û hêzên fermî yên Herêma Kurdistanê terorîstî ne. Çekdarên PKKê li navçeyên Hacî Umran û Sîdekan û Çemankê û Amêdiyê kemîn ji Pêşmerge re danîne û riyên Pêşmerge bombe kirine. Heya bi xelkê sivîl bûne armanca wan. Hêzên Tikriyê tên navçeyê çekdarên PKK êrîşî wan nakin, lê Pêşmerge tên êrîşî wan dikin.”

Babekir Zêbarî wiha domand: “Pêwîst e PKK ji axa Herêma Kurdistanê derkeve, eger dernakeve jî, pêwîst e bi zorê were derxistin. Bila êdî xelkê me nebin qurbaniya siyasetên çewit ên PKKê. Em nikarin êdî li hemberî karên PKKê bêdeng bin.”

 




Nûçeyên din

Naveroka civîna Mesrûr Barzanî û Xemîs Xencer hat ragihandin

SUNDAY, 24 MAY 2026 10:05:34

Hewlêr-KDP : îro (Yekşem, 24ê Gulana 2026ê) , Di çarçoveya berdewamkirina hevdîtinên dîplomatîk ên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yên li paytexta Iraqê de, civîneke giring di navbera wî û Xemîs Xencer de hat lidarxistin.

 
Mesrûr Barzanî û Amirî tekezî li ser hevahengiya aliyan ji bo çareserkirina kêşeyan dikin

SUNDAY, 24 MAY 2026 10:05:50

Hewlêr-KDP :  îro 23ê Gulana 2026an ,Di berdewamiya civînên xwe yên li Bexdayê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, danê êvarê ligel Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî Amirî civiya.

 
Naveroka civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Mihemed Helbûsî

SATURDAY, 23 MAY 2026 21:05:00

Hewlêr-KDP : îro Şemiyê, 23yê Gulana 2026an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Bexdayê ligel Serokê Partiya Teqedumê Mihemed Helbûsî civiya.

 
Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Îranê rewşa herêmê gotûbêj kirin

SATURDAY, 23 MAY 2026 19:05:24

Hewlêr-KDP : Şeva borî Înê 22.05.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Seyîd Ebas Eraqçî, Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, peywendiyeke telefoniyê encam dan.

Mesrûr Barzanî: Divê rola parlamena Iraqê di çareserkirina kêşeyan de hebe

SATURDAY, 23 MAY 2026 19:05:08

Hewlêr-KDP : îro Şemiyê (23.05.2026) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya li Bexdayê de, li gel Serokê Parlamena Iraqê Heybet Helbûsî civiya.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact