Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 6 OCT 2026 15:38 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî banga çareseriyeke aştiyane ji bo aloziyên Îsraîl û Filêstinê dike
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê aloziya di navbera Îsraîl û Filêstinê de got: “Em ji ber aloziyên çend rojin di navbera Îsraîl û Filêstinê de berdewam in, ku bûne sedema kuştina kesên sivîl dilgiran in.” Nêçîrvan Barzanî herwiha banga çareseriyê aştiyanê bo aloziyên Îsraîl û Filêstinê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û bang li Îsraîl û Filêstinê kir ku pirsgirêkên xwe bi rengek aram û aştiyane çareser bikin.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê dike ku ji ber êrişan xelkê sivîl û zarok dibin qurbanî û herwiha cihên pîroz dibin armanc.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Em ji ber armancgirtina cihên pîroz û tundûtujiyên vê dawiyê yên di navbera Îsraîl û Filêstinê de gelek dilgiran in ku dibin sedema canjidestdana xelkê sivîl û zarokan. Ji bo bidawîkirina aloziyên heyî, em banga aliyan dikin ku aram bin û çareseriya aştiyane bikin.”




Nûçeyên din

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsolosê Giştî yê Rûsyayê kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 22:10:51

Hewlêr-KDP.info: Êvariya îro pêncşemê 01/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erka wî ya wek Konsolosê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Maksîm Rubîn kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact