Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 23 SEP 2026 04:47 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî li gel Tevgera Goran civiya
| KDP.info


Silêmanî-KDP.info-Îro Sêşema 04.05.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, serdana Silêmaniyê kir û li gel Tevgera Goran civiya.

Li civînê de ku birêzan Cîgirên Serok amadebûn, proseya siyasî û rewşa Herêma Kurdistanê bi giştî, pirsa amadekirina destûra Herêma Kurdistanê, gefên vê qonaxê û metirsiyên wê, kêşe û peywendiyên Hewlêr – Bexda, gefên Da’îş, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û çend pirseke din hatin guftûgo kirin.

Di civînê de tekez li ser rexsandina keşekî baş ya ji bo birêveçûna hilbijartinên paşerojê ya Encumena Nûnerên Iraqê û parastina azadiyan û tebayî ya navxweyî kirin û hevrê bûn ku gef û rewşa navxweyî, Iraq, navçe û cîhanê jî dixwazê Herêma Kurdistanê yekrêz û teba bê.

Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku cenabê wî bi xwe û Serokayetiya Herêma Kurdistanê amadene bi vê navê da hemû hewlek bidin û Serokayetiya Herêma Kurdistanê cihê komkera hemû bîr û nêrînên cûda û alî û pêkhatan bê û armanca hevbeşa hemuyan parastina berjewendiyên bilindên Herêma Kurdistanê û baştirkirina ezmûna wê bê.

Ji aliyê xwe ve birêz Omer Seyid Elî Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran û serkirdayetiya tevgerê van hengavên Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi erênî û ciddî dane zanîn û dûpat kirin ku pêwîste ji aliyê hemû û hêz û pêkhatan ve piştgîrî li van hewlan û bi wî aliyî ve bê kirin ku li berjewendiya proseya siyasî û hemû aliyekê daye.

Di derbarê pirsa destûrê de jî her du alî hevrê bûn ku pêwîste Herêma Kurdistanê xwediyê destûrekî serdemiyane û pêşketî bê ku beşdariya hemuyan têda hebê û xwest û mafên hemû pêkhatên Kurdistanê û niha û paşeroja welat û gelê Kurdistanê biparêze û li gel cîhana pêşketî de biguncê. Ji bo eve jî bi pêwîst zanîn dîtin û nêrînên tevahiya aliyên siyasî û pêkhatan û çînên civakê li amadekirina wê da reng bide heta dawiyê jî li Parlemena Kurdistanê de bigihe encam.

Piştî civînê jî Serok Nêçîrvan Barzanî li bersîva rojnamevanan de di derbarê armanca serdana wan û naveroka civîna wan ya li gel Tevgera Goran got: “Îro me serdana Tevgera Goran kir û piştî wê jî serdana biraderên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê dikîn, serekê li Partiya Sosyalîst jî didîn. Wekî hûn bi xwe jî dizanin berê jî me civînek li Serokayetiya Herêmê encam dabû û têda me biryar da serdana partiyan bikîn, li gel partiyan hewlên ciddî bidîn wan kêşeyên li nava Herêma Kurdistanê de heye kêm bikîn û hewl jî bidîn li ser pirsa destûra Herêma Kurdistanê hinek bîr û ramanan li gel partiyan danustandinê li ser bikîn. Her ji bo vê mebestê jî îro li Silêmanî me serdana biraderên Tevgera Goran kir û paşê jî Yekîtî li ser heman pirsan danustandinan dikîn.”

Di derbarê yekdengiya aliyên Kurdistanî yên ji bo hilbijartinên paşerojê ya Parlemena Iraqê, rêzdar ragihand “Awa û sîstema hilbijartinê bi wî awayî nîne her ji niha ve hevpeymaniyê pêkbînîn, dibe ku ewe gelek degmen bê, lê belê bêguman piştî hilbijartinan jî pêwîste komdengî hebê, pêwîste hemû partî çarçêweyek ji bo alîkariyê peyda bikin ji ber ku ewê eşkereye eweye eger pêkve bîn dikarîn hinek ji wan destkeftên xwe li Bexda bi cîh bikîn, lê belê eger berbelav bîn bêguman Herêma Kurdistanê zeremendê yekem dibê û hemû hewla Serokayetiya Herêmê jî ji bo eweye bikarîn wê yekrêziyê pêkbînîn”.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwaziyê li şandeke Senatoya Fransî kir

TUESDAY, 22 SEPTEMBER 2026 19:09:36

Hewlêr-KDP.info: Roja Sêşemê 22ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li şandeke Senatoya Fransî kir ku ji rêzdar Rémi Féraud senatorê herêma Parîsê û rêzdar Olivier Bitz senatorê herêma Orne pêk hatibû.

Serokê Herêma Kurdistanê: Yekxistina Pêşmerge, destpêka qonaxeke nû ye

MONDAY, 21 SEPTEMBER 2026 16:09:06

Hewlêr-KDP.info: Berî nîvroya îro Duşem 21/09/2026, bi amadebûna rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û her yek ji rêzdaran Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî, Cîgirê Serokê Hikûmetê, Ferîqê Yekem Rukin Ebdulemîr El-Şemmerî, Rêveberê Nivîsîngeha Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê û Wezîrê Karûbarên Pêşmerge û hejmarek ji fermandeyên Pêşmerge û nûnerên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê, li Serokayetiya Herêma Kurdistanê rêwresma ragihandina yekxistina hêza Pêşmerge bi rê ve çû.

 

Peyama Serok Barzanî ji bo salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê

MONDAY, 21 SEPTEMBER 2026 14:09:51

Hewlêr-KDP.info: îro 21ê Îlona 2026an,  Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 56emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û rola dîrokî ya mamosteyên olî di xebat û şoreşa gelê Kurdistanê de bilind nirxand.

 
Mesrûr Barzanî: Îro ji bo Kurdistan û Pêşmerge rojeke dîrokî ye

MONDAY, 21 SEPTEMBER 2026 13:09:42

Hewlêr-KDP.info: îro 21ê Îlona 2026an,  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di merasîma fermî ya ragihandina yekxistina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir û tekez kir ku îro rojeke dîrokî ye û soza ku dane miletê kurd, bi serkeftî bicih hatiye.

 
Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê kir

MONDAY, 21 SEPTEMBER 2026 13:09:20

Hewlêr-KDP.info: Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta 56emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir:

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact