Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 21 JUL 2026 17:45 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî pêşwaziya Serokomarê Iraqê kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih kir

Îro Pêncşema 29.4.2021 Serok Mesûd Barzanî li Selahadinê peşwaziya Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih kir.

Di civînê de li ser guhertinên dawî û pêşhateyên siyasî yên Iraqê sekinîne û di derbarê pêvajoya siyasî ya Iraqê, hilbijartinên pêşerojê, gefên li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê axivîne.

Herwiha di civînê de peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de zelal kirin û hemahengiya di navbera wan de ji bo aramî û geşbûna hemû beşên Iraqê weke bingeheke hat zanîn.

Di civînê de rewşa siyasî ya herêma Kurdistanê û têkiliyên di navbera aliyan de jî hatin nîqaşkirin.

 




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Brîtanyayê kir

TUESDAY, 21 JULY 2026 11:07:00

Hewlêr-KDP.info : îro Duşem 20/07/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erka wî, pêşwaziyê li birêz Andrew Bizley, Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê kir.

Mesrûr Barzanî: Em amade ne û destê hevaltiyê ber bi hemû alîyên siyasî ve dirêj dikin

SUNDAY, 19 JULY 2026 16:07:51

Hewlêr-KDP.info: îro 19ê Tîrmeha 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîmeke taybet de projeya stratejîk a ava Balinda-Barzan vekir. Ev projeya mezin ava vexwarinê ya paqij ji bo 53 gundên sînorê Mergasor, Xelîfan û Akrê dabîn dike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê: Ev êrîş gefan li serweriya Iraqê dikin

SATURDAY, 18 JULY 2026 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: îro (Înî, 17ê Tîrmeha 2026ê) Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir ku armanckirina Herêma Kurdistanê û destpêkirina tundutujiyê pêşveçûneke metirsîdar û binpêkirineka aşkere ya serweriya Îraqê ye.

 
Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Êrîşên Îranê bêhincet in û tenahiya deverê têk didin

SATURDAY, 18 JULY 2026 00:07:00

Hewlêr-KDP.info: îro (Înî, 17ê Tîrmeha 2026ê) , Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdsitanê daxuyaniyeka fermî belav kir û tê de ragihand ku ev êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê bê hincet in.

 
Mesrûr Barzanî tevlî behiya Mîrê berê yê Qeterê bû

WEDNESDAY, 15 JULY 2026 21:07:36

Hewlêr-KDP.info: êvarê (Çarşem, 15ê Tîrmeha 2026ê), Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dewheya paytexta Qeterê tevlî merasîmên behiya Mîrê berê yê Qeterê Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî bû û ji aliyê Mîrê niha yê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî ve hat pêşwazîkirin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact