Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 11 SEP 2026 11:35 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan landika aştî, aramî û pêkvejiyanê ye û her wiha jî dimîne
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Êvariya îro Sêşema 13.04.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li rêya peyameke vîdeoyî ve beşdarî li semînereke ”Enstîtuya Jackson ya pirsên cîhanî yên Zanîngeha Yale” ya Amerîkî da kir ku bi hevkariya rêxistina ”Dadperwerî ya Kurd” di derbarê Kurd li Rojhilata Navîn birêvediçe û dostên gelê Kurdistanê li Amerîka, Brîtanya û Fransa têda beşdarin.

Ev çalakî hevdeme li gel bîranînên (30) saliya derxistina biryara (688) ya Encumena Asayîşa Navdewletî û damezrandina neway aram û destpêkirina proseya desteberkirina aramî (Operation Provide Comfort) ku berî (30) salan buye sedema parastina gelê Kurdistanê û dirustbûna defaktoya Herêma Kurdistanê û bingeke ji bo qewareya destûrî ya Federaliya Herêma Kurdistanê li Iraqê.

Peyama vîdeoyî ya Serok Nêçîrvan Barzanî, peyama vekirina konferasê bû ku têda behsa girîngiya biryara (688) ya Encumena Asayîşa Navdewletî û encamên wê kir û nêrîneke bi giştî ji bo peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatên dost û civaka navdewletî û niha û paşeroja doza gelê Kurdistanê û çareseriya kêşeyan û paşeroja peywendiyên li gel Iraqa Federal û hevbeşî û alîkariya bi navê aramiya Iraq û navçeyê da xiste rû.

Naveroka peyama Serok Nêçîrvan Barzanî:

Amadebûyên birêz!

“Roja we baş!

Spasî ”Enstîtuya Jackson ya ji bo pirsên cîhanî yên zanîngeha Yale” dikim, dostên min, General Petraeus, Balyoz Ford, Emma Sky, Profesor Levinsohn, Ted Wittenstein û ”Dadperwerî ji bo Kurd” û damezrênerên wê, Thomas Kaplan û Bernard-Henri Lévy, ji bo rêxistina vê hevdîtina dostane ya li gel hevrêyên me yên Amerîkî, Brîtanî û Fransî, spasiya we dikim.

Ev meh, nîsana 202, ji bo Kurdan û pêwendiya wê ya di navbera Amerîka û Kurd de girîngiyeke xwe ya dîrokî heye. Di vê mehê de bîranîna sîh saliya salvegera biryara 688 û ”Operasyona desteberkirina aramî” ye ku pêkhatibû ji destêwerdana serkeftiya mirovî û serbazî û têda Wîlayetên yekgirtiyên Amerîka li gel Fransa, Brîtanya û hevpeymanên din Kurdistana Iraqê parastin. Operasyonê zêdetirê yek milyon ji xelkê me ku li navçeyên çiyayiyên di navbera Îran û Tirkiyê mabûn, parast û navçeyekî aram ya li wê demê de ji bo xelkê me yê lêqewimî desteber kir. Gelek ji zarok û bi salaçûyî ji ber birçîtî û dorpêçkirinê berî ku bêne rizgar kirin, canên xwe ji dest dan.

Sepandina herêma nefirînê ya li Kurdistanê ji bo avakirina sazî û damezraweyên Herêma Kurdistanê û bingeha wê ya piştî wê operasyona girîng bû. Li gelek aliyan ve hebûna Herêma Kurdistanekî aram û lêborînî, encama raste rast ya wê destêwerdana Amerîka, Fransa, Brîtanya û hevpeymanên dine.

Her li rojên nîsana 1991 ve heta niha, Amerîka palpiştiya Herêma Kurdistanê kiriye û berdewam buye, cara dawî li çarçêweya hevpeymaniya navdewletî da ji bo têkşikandina DAIŞê bû. Kurdistan landika aştî, aramî û pêkvejiyane li Rojhilata Navîn ya pir kêşeda û her wiha jî dimîne. Em xwazyarê peywendiyekî du aliyaneya bi sûdîn li gel hemû hevbeşên me, ya ji bo wê yekê bikarîn hem yarmetiya xwe bidîn û hem alîkariya ewên din jî bikîn ku pêwîstiya wan pê heye.

Em girîngiyeke zêde yarmetîdana pêkhatan da dikîn ku ji tundutîjiyê direvin. Şerê navxweya Sûriyê û dagîrkeriya DAIŞê bû sedema lehiya nebirandiya koçber û derbederiyê. Di vê rewşê de, nîştecihên Herêma Kurdistanê nêzîkî (Ji sedî sîh) zêde kir ji ber hatina nêzîkî (2) milyon koçber û penaberên ji netewe û olên cûda cûda.

Belê, gelê Kurdistanê birastî bihayên we bi yê xwe dizanin û amadene bi awayeke erênî yarmetîder bin. Li dijî hêzên şerxwazan, me xwîn bexşiye bo ku dakokiyê li jiyan û azadiyê bikîn. Wekî serkirdeyên cihana azad, li berjewendiya Amerîkadaye ku temaşa aliyên dinên tixûbên xwe bike. Em pêşwaziyê li biryara ji nû ve beşdarbûna îdareya Biden ya li pirsên cîhanî da dikîn.

Em pêşwaziyê li diyaloga stratejiya Amerîka – Iraqê dikîn. Eve pêgiriyeke bihêz û hengavekî girîng ya ber bi peywendiyekî hevsenge.

Em çaverê nînin Amerîka li şûna me şer bike, lê belê em çaverêne ku Amerîka li gel me da li Iraqê bi çalakî bimîne ji bo piştrastbûna ji têkşikandina yekcarî ya DAIŞê. Ji bo gihîştina vê armancê pêgiriya berdewamiya Amerîka û hevpeymanên me yên navdewletî pêwîste yarmetîdana Pêşmergeyên qehreman û hêzên emniyên Iraqê ya ji bo serkeftina vî şerî de bikin.

Damezrandina Herêma Nefirîn, 30 sal berî niha hêvî û derfeta wê yekê bexşîn ku heta bingehên Kurdistana îro ya wekî beşekî aram û aştîxwaz ya Iraq û hevpeymanekî cihê baweriya Amerîka û civaka navdewletî, deynîn.

Ji bo bi hêzkirina van destkeftan, pêwîste em li hevbeşiya demdirêj de berdewam bîn. Bi yarmetiya we me kariye Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn da bikîn çîrokekî serkeftî. Bi beşdariya berdewam û palpiştiya we, me şiyana wê yekê heye ku Herêma Kurdistanê bikîn navçeyekî aştîxwaztir, aramtir û pêşketîtir ku li berjewendiya hevbeş a me herdu aliyan de dibe. Em pêgirê aştî, aramî, hukimraniya baş û reformê ne û her wiha jî dimîne.

Dostên min ên li Amerîka: dostayetî û hevpeymaniya me li 1991 li çiyayên Herêma Kurdistanê da dirust bû. Bila pêkve berdewam bîn ji bo dakokîkirina li biha û bingehên me yên hevbeş ku pêkhatine ji rûmeta mirov û vekirîbûnê. Bila bi hev re ji bo bînakirina cîhanekî aramtir, dadperwertir, azadtir û aramtir têbikoşîn.

Spasiya we dikim.”

 
 



Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Nûneran a Iraqê kir

THURSDAY, 10 SEPTEMBER 2026 21:09:24

Hewlêr-KDP.info: îro Pêncşemê, 10ê Îlona 2026ê,  Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Nûneran a Iraqê kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziyê li şandeke payebilind a leşkerî ya Brîtanyayê kir

THURSDAY, 10 SEPTEMBER 2026 21:09:37

Hewlêr-KDP.info: Êvara roja pêncşemê 10ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li şandeke leşkerî ya Brîtanyayê bi Serokayetiya Cîgirê Admiral Edward Ahlgren, Şêwirmendê Bilind ê Berevaniyê yê Brîtanyayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziyê li Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şanda pê re kir

THURSDAY, 10 SEPTEMBER 2026 21:09:23

Hewlêr-KDP.info: Êvara roja pêncşemê 10ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Heybet Helbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şanda pê re kir ku ji serokên fraksiyonên nav Encûmena Nûnerên Iraqê pêk dihat.

 
Serokê Herêma Kurdistanê Pêşwaziyê li Şêwirmendê Bilind ê Leşkerî yê Brîtanyayê Kir

THURSDAY, 10 SEPTEMBER 2026 13:09:41

Hewlêr-KDP.info: Sibeya îro pêncşem 10.09.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ligel Cîgirê Admiral birêz Edward Ahlgren, Şêwirmendê Bilind ê Leşkerî yê Brîtanyayê bo Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa û şandeke pê re ku ji hejmarek berpirs û şêwirmendên leşkerî pêkhatibûn civiya.

 
Peyama hevxemiyê ya Serok Barzanî bo Mîrê Êzdiyan

WEDNESDAY, 09 SEPTEMBER 2026 16:09:28

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî peyameke hevxemiyê arasteyî Mîrê Êzdiyan kir ku ev deqa wê ye:

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact