Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 6 OCT 2026 08:51 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî û Macron rewşa Êzdiyan û rewşa penaberên li kampên Kurdistanê gotûbêj kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Emmanuel Macron xweşhaliya xwe bi hevdîtina Serok Nêçîrvan Barzanî derbirî û spas kir ku ji bilî wê rewşa dijwar ya Koronayê dirust kiriye serdana Parîsê kir, her wiha berdewamiya pêkvekarkirin û piştgîriya Fransa ya li çarçoveya hevpeymaniya navdewletî de ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Piştî nîvroya îro Sêşemê 30.03.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Koşka (Élysée) Elîzê li Parîs, ji aliyê Emmanuel Macron Serokê Fransa ve hate pêşwazî kirin.

Di civînê de rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî guftûgo kirin û ji bo aramiya Iraq û navçeyê û rûbirûbûna gef û metirsiyên DAIŞê, tekez li ser pêşxistina peywendiyan û hevkarî û hevbeşiya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Fransa kirin, her du alî li ser girîngiya hebûna têgihiştina hevbeş ya ji bo parastina aramiya li navçeyê de bi hevre bûn.

Serok Macron behsa serdana dawî ya Papayê Pîroz Fransîs ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku bihîstiye serdan cihê xweşhaliya Papa buye û bi rûdaneke girîng da zanîn. Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku serdana Papa ya Iraq û Herêma Kurdistanê bandoreke erênî li ser hemû pêkhatên welat de hebûye.

Di civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî, spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ya ji bo piştgîriya Serok Macron û Fransa ya li demên dijwar de ji bo gelê Kurdistanê dûpat kir û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo karkirin û alîkarî û hevbeşiya li gel Fransa û civaka navdewletî derbirî û bi navê çareserkirina kêşeyên Iraq û dabînkirina aramiya li navçeyê da, her wiha hevkariya Fransa û civaka navdewletî ya ji bo çareserkirina kêşeyên Hewlêr – Bexda û pêkve kar kirin û hevbeşiya hemû pêkhatên Iraqê li proseya siyasî da ji bo çareseriyê bi girîng û bi pêwîst zanî.

Metirsiyên terorê û serhildana DAIŞê mijareke dinê civînê bû ku têda tekez li ser girîngiya alîkarî û hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên maddeya 140 ya destûrê kirin bo ku valahiya emnî dirust nebê û ji aliyê Da’îş ve wekî derfetek neyê bikaranîn. Derbarê wê yekê de Serok Macron hevnerîn bû ku DAIŞ hêjî metirsiyeke ciddî ye û civaka navdewletî di rûbirûbûna wê de berdewam dibe.

Pêşhatên dawî yên belavbûna Kovid – 19 li Fransa û Iraq û Herêma Kurdistanê û rêkarên rûbirûbûna wê, rewşa koçber û penaberan li kampên Herêma Kurdistanê û pêwîstiya wan bi hevkarî û alîkariyên civaka navdewletî û çawayiya vegerandina wan bo cih û warên wan, rewşa Êzdiyan li navçeya Şingalê û Xrîstiyanên li Deşta Nînowa, ‌hilbijartinên were li Iraqê, rewşa navxweya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên navçeyê û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, beşeke dinê civînê bûn.

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsolosê Giştî yê Rûsyayê kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 22:10:51

Hewlêr-KDP.info: Êvariya îro pêncşemê 01/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erka wî ya wek Konsolosê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Maksîm Rubîn kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer û şanda pê re kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 21:10:53

Hewlêr-KDP.info: Roja Pêncşemê 1ê Cotmeha 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Xemîs Xencer û şanda pê re kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact