Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 1 OCT 2026 04:18 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Berdevkê PDKê: Ti pêwendiya me bi şerê PKK û Tirkiyê re tune ye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed daxuyaniyek belav kir û ev jî tekesta wê ye:

“Derbarê şer û pevçûnên di navbera çekdarên PKK û artêşa Tirkiyê de, dîsa Koma Civakên Kurdistan (KCK) di daxuyaniyekê de, dest bi belavkirina derew û bêbextiyan li dijî PDKê kiriye.

Jibilî ku em dibêjin ew gotin û tohmetên bê bingeh, nerast in, herwiha em tekez dikin ku ti pêwendiya PDKê bi nakokî û şerê di navbera PKK û Tirkiyê de, tune ye. Ya rast ew e ku PKK bi xwe destê artêşa Tirkiyê kişandiye nav axa Herêma Kurdistanê û alozî û tevlihevî û nearamî veguhestiye nava Herêmê. Ku PKK şerê Artêşa Tirkiyê li nava axa Tirkiyê nake û hertim direvin û xelkê li pey xwe tînin, baş e PDK çi tawanek kiriye?

Em dîsa tekez dikin ku ti pêwendiya PDK bi van şeran tune ye û PDK qet rê li pêşiya PKKê negirtiye ku şerê xwe bike yan na. Eger şer bi PKKê nayê kirin û hertim direvin, qet ne gunehê PDKê ye û bila dest ji wan tohmetên bêbingeh berdin. PKK bi xwe jî baş dizane ku eger destê PDKê bi rastî di wan şeran de hebûya, dê PKK di rewşeke xerabtir de bû.

Em dibînin ku baştirîn çareser ji bo wê nearamiyê ew e ku PKK bela xwe ji Herêma Kurdistanê veke û êdî nebe sebeba nearamî û xerakirina jiyana xelkê Herêma Kurdistanê.

 

Mehmûd Mihemed

Berdevkê PDKê

11.2.2021”

 

 




Nûçeyên din

Peyamek ji Serok Barzanî

WEDNESDAY, 30 SEPTEMBER 2026 15:09:28

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi boneya bidawîhatina fermî ya erkê serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê peyamek belav kir. Serok Barzanî xelkê Kurdistanê dilniya kir ku parastina Herêmê di destên ewle de ye. Herwiha hişyariyeke tund jî da wan aliyên ku xeyala têkdana aramiya Herêma Kurdistanê dikin.

 
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Lord Michael Ashcroft kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:36

Hewlêr-KDP.info: Îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Lord Michael Ashcroft, Serokê fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrat (IDU) û siyasetmedar û kesayetiyê diyar ê Brîtanî kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Çînê kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:33

Hewlêr-KDP.info: îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîhatina erkê wî wek Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê û bi mebesta malavayiyê, pêşwaziyê li birêz Liu Jun kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navneteweyî ya Demokrat (IDU) kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 19:09:42

Hewlêr-KDP.info: Roja Sêşemê 29ê Îlona 2026an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li kesayetiyê navdar ê Brîtanî û Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navneteweyî ya Demokrat (IDU) Lord Michael Ashcroft kir.

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrasiyê kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 09:09:16

Hewlêr-KDP.info: îro Duşemê, 28ê Îlona 2026ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li siyasetvan, xwedîkar û Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrasiyê (IDU) kir; Lord Ashcroft armanca serdana xwe eşkere kir û her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Îraq û deverê li hev guhertin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact