Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 6 OCT 2026 03:30 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Bêşikçî.. Suqratê serdemê
| KDP.info


Musa Ehmet

Karesateke mezin e ku di dinyaya me de hin kes hebin, eger tenê rojekê xwe wek Kurd dîtibin û tenê deqeyekê kurdayetî kirbin, bên û bi xerabî li ser Civaknasê Tirk û dostê gelê Kurd Îsmaîl Bêşikşî biaxivin. Ew hemû qêrîn û fîganên me ji bo wê yekê bûn ku çawa mirov û xelkê cîhanê bêdeng in û wijdanê wan nalive li hemberî karesatên ku tên serê gelê Kurd. Vêga niha hin kes hene ku xwe wek Kurd dibînin û dev davêjin wî tek kesê ku bi wijdan bûye dostê gelê Kurd. Ew kesê ku wek feylesof Suqrat amade bû jehrê bixwe lê bi wijdan rastiyan bêje.

Bêşikçî baş dizane û fêm kiriye ku pirsgirêka mezin a Kurdan xwewindakirin e. Bi awayekî ku nirxên civakî lawaz bûne û kêm maye ew ew nirx tune bibin. Tevî ku Bakurê Kurdistanê bi sedên salan zêdetir ji perçeyên din ên Kurdistanê derbarê nirxên me yên civakî Kurdbûna me parastiye, lê mixabin niha hin Kurd bêwijdaniyê dikin li hemberî Bêşikçî û her ew kes bûne sedema xwewindakirina Bakur.

Tişta ku bala yekî dikşîne ew e ku, di kilturê me de ti kesek li hemberî nerînên Bêçikşî di pirtukên wî de derneketiye û kes bi xerabî li dijî wî derneketiye, lê hin kes hene ku serdemekê raman û nerînên Bêşikçî ji bo berxwedanî û rabûna neteweyeke bindest bikar tanîn, niha dijayetiya Bêşikçî dikin.

Yek ji pirsgirêkên me Kurdan yên mezin ew e ku em li ser xwe nasekinin û em helsengandinê ji xwe re çênakin.. Lewma niha dema wê ye ku em ji wan kesên ku dijayetiya Bêşikçî dikin, bipirsin: Bizava we ya siyasî piştî vêqas xwînrijandin û xebatê çi berhema wê ye? Çima divê hûn evqasî dijayetiya me û karê hevbeş bikin? Çima di vê dinyaya niha de hûn nikarin diyalog û jihevtêgiheştinê bikin ligel ti kes û hêzekê û hûn nikarin bi kesî re li ser maseyekê rûnên? Hûn ji xwe napirsin çima hûn bi dijminên Kurdan re dikevin yek çeperê de. Rojekê ji rojan nivîs û peyamên Bêşikçî ji we re wek peyamên pêximberan bûn! Bêşikçî hîn li ser baweriyên xwe ye, lê hûn in yên ku xwe winda kirine. Hûn baş dizanin ku mîv sedeyê hizra kemalîzmê bi qasî serê derziyê bandor li hizrên Bêşikçî nekiriye. Piştrast im ku Bêşikçî di vî temenî de jî nikare wî jirê bibe. Kesek ku ne binê zindanan û ne jî eşkenceya derûnî ya Kemalîzman kariye bandorê lê bike, gef û devavêtina kesên tirsonek biçekî nikarin bandorê lê bikin. Hûn ji me jî baştir dizanin ku ew ji ber gotina rastiyan şewitiye.

Bêşikçî 45 pirtûk nivîsandiye û tenê di yek hevokê de li dervî rastiyê gotinek şaş li ser doza rewa ya gelê Kurd negotiye.. 17 sal û 2 meh zindanî nikarîne deqeyekê jî bihêlin Bêşikçî dijî dewleta Kurdî bisekine. Bêşikçî rewşenbîrekî rastî ye, ew qet ligel aliyekî nebûye û nabe jî, ew ligel serxwebûna Kurdistanê bûye û ligel serxwebûnxwazan e. Her aliyek armanca wî serxwebûna Kurdistanê be, dê nerîna wî û Bêşikî yek be û her aliyek jî ku dûr ketibe ji daxwaza serxwebûnê, dûrî hizrên Bêşikçî ye. Lewma piştrast im ku rojek dê were û ew roj nêzîk e ku ew kesên îro dijayetiya Bêşikçî dikin, dê ji ber gotin û gefên xwe li dijî Bêşikçî şerim bikin û dê wan gotinan ji malbat û marvên xwe veşêrin, ku dê fedî bikin çawa bi xerabî li dijî wijdanê mirovatiyê û kesekî wek Bêşikçî ku Suqratê serdemê ye, axivîne.

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsolosê Giştî yê Rûsyayê kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 22:10:51

Hewlêr-KDP.info: Êvariya îro pêncşemê 01/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erka wî ya wek Konsolosê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Maksîm Rubîn kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer û şanda pê re kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 21:10:53

Hewlêr-KDP.info: Roja Pêncşemê 1ê Cotmeha 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Xemîs Xencer û şanda pê re kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact