Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 7 MAY 2026 01:53 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Berdevkê PDKê: Ti peywendiya me bi çawaniya diyarkirina Babe Şêxê Êzdiyan nîne
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed di daxuyaniyekê de li ser diyarkirina Babe Şêxê Kurdên Êzidî ragihand, partiya wan dûr û nêzîk ti peywendî bi çawaniya diyarkirina pile û payeyên civakî û ola Kurdên Êzdî nîne û ew rêz li şêwazê hilbijartina Babe Şêx digirin.

Berdevkê fermî yê PDKê di daxuyaniya xwe de dibêje: ‘’Mixabin dema borî de Mîr Tehsîn Beg koça dawî kir û piştî wî jî Babeşêx koçbar bû. Diyare li gor kevneşopî û rêkarên xwe yên diyarkirina Mîr, pêwîste mîr nav malbata mîrên êzdiyan de bê helbijartin û helbijartin pêkhat û herwaha mîr bi hemahengiya li gel encûmena ruhaniya êzdiyan kesek nav malbata şêxên êzdî diyar dikin wek Babeşêx, ew jî bi heman awayî pêkhat.

Berdevkê PDKê got, em baweriyê bi maf û azadiyên netewî, olî û mezhebî tînin, li gel wê jî em erkê xwe dibînin ku hewla zêdetir bidin bo kûrkirina wan bîr û baweriyan û bi kiryar jî di navxweyiya partiya me de ev yek peyrewê de cîh digre û me hewldaye li bername û plana çawaniya rêvebirin û desthilata herêma Kurdistanê û Iraqê de jî ew baweriya me reng bide.

Berdevkê PDKê pîrozbahî li Kurdên Êzdî kir û got: ‘’Di vê rewşê de û naha li her demekî zêdetir hemwelatiyên me pêwîstiya wan bi yekgirtî û yekrêzê heye. Taybet piştî karesata dilhejîn a Şingalê, ku mixabin DAIŞ tiştên di xeyalên wan ên hovane yên terorîstî de hebûn li dijî jin û zilam û zarok û serwet û dewlemendî ya xelkê serbilind ê Şingalê pêkanîn. Li hember wê jî Şingaliyan bi alîkariya Kurdistaniyên hemnetewîyên xwe û xelkê Şingalê û çiyayê Şingalê ve ew hovane riswa kirin. Herçend hin kes û alî hewldan wê serkeftinê ji rê derbixin jî lê serkeftî nebûn.

Di daxuyaniya Berdevkê PDKê de hatiye gotin ku Kurdên Êzdî li gor rêkar û nerîtên ola xwe Babe Şêx diyar kirine û “dîsa wan destên ku xwestin Şingalê ji Kurdistanê veqetînin û bi rêya xelkê Şingalê rewatiyê bo hebşna xwe bidest bixin û ew ên ku jibilî ziyanê ti sûdeke wan bo Şingalê nebûye, hewla têkdana peywendiya qayîm a di navbera Şingaliyan didin. Şingalî gelek ji wê zanatir in ku xelkekî biyanî hewl didin dubendiyê di nav wan de ava bikin û destwerdanê di nav taybetmendiyên wan de bikin.”

Berdevkê PDKê dibêje: ‘’Em wek PDK dûr û nêzîk peyvendiya me bi çawaniya diyarkirina peywir û payeyên civakî û olî yên xwişk û birayên me yên Kurdên Êzdî tine. Em rêz li encamên civînên wan ên awayê helbijartina Babeşêx û biryarên wan digrin û hêviya serkeftinê bo wan dixwazin. Herwaha em piştrastin, ku Şingalî pir ji wê mezintir û şarazatir û zanatirin ku xelkekî biyanî hewldidin nakokî û dubendiyê nav wan de ava bikin û destwerdanê bikin di nav taybetmendiyên wan de û raboriya wan heye ku riswa kirina wan destwerdanan pêkanîne û yekrêziya xwe parastine.’’

 




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê û Parêzgarê Besrayê harîkariya parêzgehan gotûbêj dikin

TUESDAY, 05 MAY 2026 18:05:24

Bexda-KDP.info : Her di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, êvara îro sêşemê 05.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de bi birêz Esed El-Îdanî, Parêzgarê Besrayê re, rewşa parêzgehê û peywendiyên wê yên bi parêzgehên Herêma Kurdistanê re gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya rola Serokê Desthilata Dadwerî dike

TUESDAY, 05 MAY 2026 16:05:58

Bexda-KDP.info : Her di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, piştînîvroya îro sêşemê 05.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re, bi birêz dadwer Fayîq Zêdan, Serokê Civata Bilind a Dadwerî ya Iraqê re civiyan.

 
Serokê Herêma Kurdistanê bi Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlulheq re civiya

TUESDAY, 05 MAY 2026 16:05:26

Bexda-KDP.info : Her di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, berînîvroya îro sêşemê 05.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi birêz Qeys El-Xezelî, Sekreterê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlulheq re civiya.

 
Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îmaratê pêwendiyên dualî gotûbêj kirin

TUESDAY, 05 MAY 2026 02:05:34

Hewlêr-KDP.info : îro 4ê Gulanê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiyeke telefonî de ligel Wezîrê Derve yê Dewleta Îmaratê Şêx Ebdullah bin Zayid Al Nehyan, rewşa giştî ya navçeyê û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Dewleta Îmaratê gotûbêj kirin.

 
Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokê Civata Nûneran re civiya

TUESDAY, 05 MAY 2026 02:05:09

Bexda-KDP.info : Êvara îro duşemê 04.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, her di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, bi birêz Heybet El-Helbûsî, Serokê Civata Nûneran a Iraqa Federe re civiya.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact