Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 11 OCT 2026 21:06 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Hikûmeta Kurdistanê: Em êrîşa PKKê li ser hêza Pêşmerge bi dijwarî şermezar dikin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, êrîşa îro ya PKKê bo ser hêzên Pêşmerge li sînorê qezaya Amêdî ya Başûrê Kurdistanê “bi dijwarî êrîşa PKK şermezar kir û ragihand: “Em nahêlin asayîşa herêma Kurdistanê têk biçe.”

Daxuyanî wiha ye;

“Îro Çarşemê 11/4/ 2020 Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kombûna xwe ya asayî ya heftane saz kir.

Di civîna li ser êrîşa îro ya PKKê li ser hêza Pêşmerge li navçeya Çemankê ya ser bi parêzgeha Duhokê de, Encûmena Wezîran tekezî li ser wê yekê kir, Herêma Kurdistanê kiyaneke siyasî û rewa ya gelê Kurdistanê ye.  Hêzên Pêşmerge parêzgerên ax û gelê Kurdistanê ne, ji ber vê yekê her êrişeke bi vî rengî êrîşa li ser hemû gelê Kurdistanê ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî şerê birakujiyê ye. Di vê çarçoveyê de êrîşên bi vî rengî weke xeta sor dihesbînin û êrîşa îro ya li ser hêza Pêşmerge ji aliyê hêzên PKKê ve bi tundî weke êrîşa li ser Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên rewa şermezar dikin. Di vê çarçoveyê de weke Hikûmeta Herêma Kurdistanê em rê li ber têkçûna ewlehiya Herêmê dikin.

Di yekemîn mijara civînê de Serokwezîr careke din hişyarî da metirsiyên belavbûna korona li Herêma Kurdistanê û bi taybet bi hatina demsala Zivistan û sermayê re. serokwezîr amaje bi wê yekê kir ku belavbûna vîrûsa Korona li Herêma Kurdistanê gihiştiye asteke metirsîdar û rojek jî nîne ku gelek kes dimirin. Ji ber vê yekê dezgehên hikûmetê rasperd ku nabe bi ti awayekî kêmxemî di pabendbûna bi rênimayên tendirûstiyê û cibicîkirina rêkarên xweparêziyê bê kirin, bi taybet li dezgehên hikûmetê û cihên giştî de. Yên ku bê xem û bê berpirsyarî bi vê rewşa metirsîdar re serederiyê dikin û pabend nabin, mixabin bi zanebûn jiyana mirovan dixin metirsiyê û dibin sedema mirina xizm, kesûkar û welatiyan bi giştî.

Piştre Wezîrê Tendirûstiyê Dr. Saman Berzincî raporteke taybet li ser rewşa Korona li Herêma Kurdistanê û stratejîya wezaretê ya rûbirûbûna wê vîrûsê pêşkêş kir.

Piştre Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed raportek li ser mekanîzm, astê pêkanîna rênimayên xweparastin û rênimayiyên Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Korona li Herêma Kurdistanê û arîşe û asteng pêşkêş kirin. Herweha amaje bi çend pêşniyaran ji bo pabendbûna zêdetir a fermangehên hikûmetê û welatiyan û serdangerên dezgehên hikûmî bi rênimayan kir.”




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact