Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 18 AUG 2026 15:14 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Projeyên me bi destên Kurdistaniyan tên cibicîkirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi amadebûna Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî di merasîmekê de, riya stratejî ya Rûviya – Gopal vekir. Ev proje, yek ji projeyên stratejî ya di warê rê û pireyan e û asankariyeke mezin ji bo çûnûhatina di navbera Hewlêr û Duhokê de dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragihand, “Ewê zêdetir min xweşhal dike, ew projeyên di vê heyamê de de tên cibicîkirin, hemû ji aliyê kompanyayên navxweyî ve ne.”

Mesrûr Barzanî got: “Xweşhal im ku careke din hatine vê deverê, ji bo vekirina projeyekê ku bi dawî bûye. Ev proje di kabîneya berê de kevirê binyadê jê re hatibû danîn, lê nehatibû temamkirin. Di vê kabîneyê de, me biryar da vê projeyê bikin, ji ber ku projeyeke stratejî ya xizmetguzariyê ye. Spas ji xwedê re ku berî dema xwe bi dawî hat. Spasiya kompanyaya cibicîkar dikim ku berî dema xwe proje temam kir.”

Serokê Hikûmeta Kurdistanê ragihand, “Wek diyar e, ev proje li ser asteke gelek baş a cîhanê hatiye dirustkirin. Tiştê zêdetir min dilxweş dike ew e, çendîn proje li Kurdistanê tên cibicîkirin, hemû Kurdistanî ne. Pêştir li Duhok, Hewlêr, Raperîn û Silêmaniyê kompaniyên Kurdistanî evw proje cibicî dikin. Ev cihê dilxweşiyê ye, ji ber ku bi karîn û endezyarên Kurdistanê û keresteyên deverê tên cibicîkirin. Cihê dilxweşiya me ye, ji ber ku derfetên kar ji genc û welatiyên me re peyda dike.” 

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir, ev projeya steratejîk gelek pêwîst in ji bo xizmetkirina welatiyan. Bi taybetî jî çêkirina rê û pireyan, weke projeyeke steratejîk bo pêşdebirina jêrxaneya aborî ya Kurdistanê ye ku bernameya kabîneya nehem ya hikûmeta herêma Kurdistanê ye bo zêdetir girîngîpêdana bi projeya xizmetgûzarî û baştirkirina jêrxaneya aborî.

Serokê Hikûmetê got, ev rê ne tenê alîkarîya hevwelatîyan dike ji bo çûnûhatinê, lê belê hêsankarîyê jî ji bo bazirganîyê û bihevxistina parêzgehên Kurdistanê dike. Îro di navbera Duhok û Hewlêrê de û sibe jî di navbera Hewlêr û parêzgehên din de, gelek projeyên din hene ku hêvîdar in ew jî di demeke zû de bêne temamkirin û dubare xelk wan bikar bîne û sûdê jê bibînin.

Got jî: Rast e ev rê hêsankariyê ji bo çûnûhatinê dike, lê ez hêvî dikim ku em bikaribin bi baştirîn awayî sûdê jê werbigirin. Mixabin her sal em dibînin ku bi sedan kes ji ber qezayên trafîkê dibin qurbanî û birîndar dibin. Hêvîdar im guh bidin şîret û rênimayên polîsên trafîkê. Hêvîdar im bi baştirîn awayî sûdê ji van rêyan werbigirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da xuyakirin, ligel hemû dijwarî û kirîzên ku rûbirû hikûmeta herêmê bûne, em soz didin ku em ê li ser pêşkêşkirina projeyên xizmetkariyê berdewam bin. Carinan gelek pirsên mûçeyan çê dibin, hikûmet wek çawa dikare projeyên xizmetguzarî bike, belê mûçe di dema xwe de nayin dabînkirin. Ez kêfxweş im ku bersiva ewê pirsê bidim, Hikûmet her çi bikare ji bo mûçeyan welatiyan bike, kêmxemiyê nake û wiha nekiriye. Dahata herêmê bi giştî kêm bûye. Min berî niha jî gelek caran behsa wê yekê kir ku nexweşiya Koronayê têkçûna aborîya cîhanê, bandoreke gelekî nerênî li aboriya Herêma Kurdistanê jî kiriye. Hikûmeta Herêmî xercîya xwe ji bo kêmtirîn ast kêm kiriye. Di heman demê de jî hewl daye dahatên navxwe zêdetir bike. Welatiyên me li bendê ne Hikûmet projeyên xizmetguzariyê ji wan re cibicî bike, lê xizmetkirin, ne tenê dana mûçeyan e. Welatî daxwaza elektirîk, av, nexweşxane û dibistanan dikin. Cibicîkirina van projeyan, dîsa ji bo xizmetkirina welatiyan e, yên mûçexur û ne mûçexur. Lê hemû welatiyên Kurdistanê ne mûçexur in, xelekî din heye û ji mafê wan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmeta wan bike. Cibicîkirina projeyên wiha, ji bo hemû xelkê Kurdistanê bê cudahî ye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotara xwe de daxwaz ji welatiyan kir, xwe biparêzin û got: “Di rojên bûrî de rêjeya pêketina bi vîrûsa Koronayê zêde bûye. Xweparartin take rê ye ji bo kesûkarên xwe biparêzin û ji bo rewşa asayî vegere.

Projeya Rûviya – Gopal yek ji projeyên stratejî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di warê rê û pireyan de ye. Ev rê asankariyeke mezin ji bo çûnûhatina di navbera Hewlêr û Duhokê de dike. Dirêjahiya rêyê 22 kîlometro ye û ji 3 hêlên çûnê û 3 hêlên hatinê pêk tê. Tê de 6 overpass, pireyekê û 3 kîlometro otorê (otoban) hene.




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî: êrişa li ser Nivîsîngeha Serokwezîr pêşveçûneke metirsîdar e

MONDAY, 17 AUGUST 2026 17:08:28

Hewlêr-KDP.info: îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di daxuyaniyekê de êrişên serê sibeha îro, ku Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê kiribûn armanc, bi tundî şermezar kirin.

Daxuyaniyek ji Baregeha Barzanî

MONDAY, 17 AUGUST 2026 15:08:46

Hewlêr-KDP.info : Baregayê Barzanî di daxuyaniyekê de êrîşên dronî yên li ser Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û mala Rêveberê Ajansa Parastinê şermezar kirin û tekez kir ku ew êrîş bizav in ji bo têkdana aramiya Herêma Kurdistanê, û bikaranîna dron û mûşekan arêşeyan çareser nake.

 

PDK: Ev êrîş li ser pêşxistina peywendiyan metirsîdar i

MONDAY, 17 AUGUST 2026 15:08:21

Hewlêr-KDP.info: îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de diyar kir ku di dema ku hemî alî li bendê bûn ku ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê bê parastin, şeva borî bi rêya du dronan Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cihê Rêveberê Ajansa Parastinê hatin armancgirtin.

 

Desteya Mafên Mirovan: Êrîşên dronî binpêkirina serweriya axa Iraq û Kurdistanê ye

MONDAY, 17 AUGUST 2026 14:08:26

Hewlêr-KDP.info: Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê êrişa dronî ya serê sibeha îro ya li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir, ku ji sînorên Komara Îslamî ya Îranê ve li ser qezaya Pîrmamê hatibû kirin û nivîsgeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê kiribû armanc.

 
Peyamek ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî

MONDAY, 17 AUGUST 2026 13:08:52

Hewlêr-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de êrîşên Îranê yên li ser nivîsîngeha xwe ya taybet û mala

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact