Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 15 NOV 2025 18:01 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Parlemanterê HDPê Îmam Taşçier: Hêviya Kurdan bi Serok Barzanî heye..Tenê ew dikare Kurdan bike yek
| KDP.info


Duhok-KDP.info- Di hevpeyvîneke taybet de ligel malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Îmam Taşçier Parlemanterê Kurd ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di Parlemantoya Tirkiyê de, dibêje ti lihevkirineke Kurdan bê ku Serok Mesûd Barzanî kar jê re bike, biser nakeve û pêwîst e ew wek rêberekî Kurdan hemû Kurdan lihev kom bike û hêviya Kurdan bi Serok Barzanî heye.

KDP.info: Niha Rojhilata Navîn li pêşiya pêvajoyeke mezin e, nerîna we ji wan pêşhateyan re çi ye? Cihê siyasî yê Kurdan kûder e?

Îmam Taşçier: Niha hemû hêzên împîryalî yên cîhanê hatine Rojhilata Navîn û dixwazin navçeyê bi dilê xwe xêz bikin. Divê Kurd di vê tevgerê de roleke mezin bibînin. Divê Kurd yekdest bin û xwedî yekhelwêst bin, xwedî tifaqê bin. Wê demê dê Kurd karibin roleke pir mezin bibînin ji aliyê demokrasî û dê mafên xwe li Rojhilata Navîn bidestve bînin. Lê mixabin hin pirsgirêk di nava vê pirsê de hene û dê ev pirsgirêk heye çend salên din jî berdewam bike. Li Rojhilata Navîn pirsek heye bi navê Pirsa Kurdan. Beriya demekê Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sêrgî Lavrov jî got, pirsa Kurdan li Sûriyê ne tenê girêdayî dewleta Sûriye, lê belê pirsa Tirkiye û Îran û Iraqê jî. Lewma dema dewleteke mezin mîna Rûsya vê gotinê dibêje, tiştekî pir mezin dide xuyakirin, ji ber ku pirsa Kurdan li Rojhilata Navîn mezin e û Kurd xwedî giraniyeke mezin in. Kurd niha 50 milyon in û Kurd xwedî statyoyeke siyasî û dedtûrî mezin in, ku ew jî Herêma Kurdistanê ye. Li navçeyê niha gef li ser hemû Kurdan heye, lewma divê em yekdest û yekgirtî bin, da ku destkeftan bidestve bînin.

KDP.info: Niha pirsa Kurdan li Rojhilata Navîn bala hemû cîhanê dikşîne. Ji bo aramiya navçeyê çavê welatên mezin li ser Kurdan e û pişta Kurdan digrin, nerîna te çi ye li ser aliyê leşkerî û siyasî?

Îmam Taşçier: Rast e, divê Kurd bigêh mafê xwe û eger Kurd mafên xwe bidest nexin, dê Rojhilata Navîn aramiyê nebîne, ji ber ku Kurd lîstikvanê sereke ne di aramiya Rojhilata Navîn de û Kurdan karîn dijminê hemû cîhanê ku DAIŞ e, bişkînin û biser bikevin.

KDP.info: Li gorî neteweyên din ên navçeyê, Kurd roleke mezin li navçeyê dibînin. Wek hûn dibînin serok û berpirsên mezin ên welatên mezin tên cem Kurdan û nexasim serdana Herêma Kurdistanê dikin. Pêgeha siyasî û dîploatîk a Kurdan di çi astê de ye?

Îmam Taşçier: Guman tê de tune ye ku Kurd xwedî hikûmet û statyoyeke destûrî ne û Kurd hêjayî rêz û hurmeteke mezin in û divê ev rola wan a pêşeng berdewam be. Ev statyoya ku niha bi navê Herêma Kurdistanê heye, pêşengiya herçar perçeyên Kurdistanê dike, hatina serok û berpirsên welatên cîhanê jî bo Herêma Kurdistanê tê wê wateyê ku ew hebna vê statyoyê qebûl dikin û gotûbêjan dikin li ser nasnameya Kurdan û herwiha ligel Serok Barzanî li ser pêşhateyên siyasî yên Kurdan li navçeyê diaxivin, ji ber ku pirsî Kurdî pirseke netewî ye û em dixwazin Kurd aliyên Kurdî bi pêşengiya Serok Barzanî lihev kom bibin.

KDP.info: Wek Serok Barzanî dibêje, Kurd ti carî nabin gef li ser ti miletekî. Kurd hertim ligel aşîtiyê ne û dixwazin pirsên siyasî bi aştîtî çareser bibin, lewma çavê dîplomatkarên cîhanê li ser Hewlêrê ye..

Îmam Taşçier: Erê me dît çawa şandên dîplomatkarên Amerîka û welatên cîhanê ketin ber gef û êrîşan li Bexdayê û çawa hemû ji wir reviyan û berê xwe dan Kurdan. Em dibînin çawa serokên dewletan tên Kurdistanê, ev yek jî tê wê wateyê ku Kurd bihêz in û bawriya wan bi Kurdan tê û aşîtî li Hewlêrê heye û Kurd li Rojhilata Navîn aşîtiyê dixwazin.

KDP.info: Li Rojavayê Kurdistanê niha pêvajoyeke baş ji danustandinan di navbera ENKS û PYD de birêve diçe û 2 qonax ji rêkeftina xwe derbas kirine. Ti çawa wê pêngavê dibîne?

Îmam Taşçier: Pêngaveke girîng e, li Rojava xelkê Kurdistanê bi temamî dilxweş in ji ber wan danustandinan û herdû alî hewlên Serok Barzanî ji bo yekrêzî û yekdestiya Kurdên Rojava bilind dinirxînin. Amerîka jî piştevaniya wan dike. Kurd bibin yek dê dunya jî karibe pişta wan bigre. Ti lihevkirinek di nava Kurdan biser nakeve, eger Serok Barzanî kar jê re neke. Pêwîst e Serok Barzanî Kurdan bike yek, ji ber ku ew rêberekî Kurdan e û hêviya Kurdan bi Serok Barzanî tê. Rast e Amerîka dîzayna navçeyê datîne û pêwîst e ew jî cihê xwe bigre di rêkeftinê de. Lê eger Serok Barzanî nebe, ti rêkeftinek biser nakeve. Pêwîst e ENKS û TEV-DEM û PKK û YNK piştevaniya Serok Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê bikin, ji bo Kurd bighên mafên xwe û Kurd li cîhanê bihêz bibin.

KDP.info: Dûbare destpêkirina pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê pêngaveke çend girîng e?

Îmam Taşçier: Serok Barzanî ji bo tevahiya gelê Kurd pir girîng e û pêngavên pir girîng bo tevahiya Kurdan avêtiye û ji bo pêvajoya aştiyê ya Bakurê Kurdistanê çû Amedê ji bo cîbicîkirina aştiyê di nava gelên navçeyê, lê ji ber hinek eger ew pêvajo rawestiya, û divê êdî pêvajoyeke nû destpê bike, ji ber ku aştiya Bakurê Kurdistanê bi herçar perçeyên Kurdistanê ve girêdayî ye û em dixwazin Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tê de beşdar be û bila Amerîka û kesê Serok Barzanî jî tê de beşdar be, ji ber ku ne ji van be dê pêvajo berdewam nebe, divê tevahiya aliyên Kurdistanê alîkar bin ji serkeftina vî karî û yê ku karibe hemû aliyên Kurdistanê lihev kom bike tenê Serok Barzanî ye.

 




Nûçeyên din

Peyameke pîrozbahiyê ji Serok Barzanî

WEDNESDAY, 12 NOVEMBER 2025 12:11:50

Hewlêr-KDP.info: îro 12ê Mijdarê , Serok Mesûd Barzanî, bi boneya birêveçûna serkeftî ya hilbijartinên parlamentoya Iraqê, pîrozbahî li welatiyên Kurdistanê û tevahiya Iraqê kir. 

 
Serok Barzanî dengê xwe da

TUESDAY, 11 NOVEMBER 2025 11:11:32

 Hewlêr-KDP.info :Serok Mesûd Barzanî, di çarçoveya dengdana giştî ya ji bo Parlamentoya Iraqê de, li navendeke dengdanê li Pîrmamê, li sînorê parêzgeha Hewlêrê, dengê xwe da.

 
Mesrûr Barzanî: Ez hêvîdar im ku îro hemû welatî bên û dengê xwe bidin

TUESDAY, 11 NOVEMBER 2025 10:11:17

 Hewlêr-KDP.info : îro 11ê Mijdara 2025ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî , di çarçoveya dengdana giştî ya ji bo Parlamentoya Iraqê de, dengê xwe li navendeke dengdanê li Pîrmamê da û bang li gelê Herêma Kurdistanê dike ku beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bibin û bi vîna xwe ya azad, dûrî her zextekê, dengê xwe bidin.

 
Serokê Herêma Kurdistanê: Hilbijartina vê carê girîng e û destpêkek nû li Iraqê dest pê kiriye

TUESDAY, 11 NOVEMBER 2025 09:11:46

Hewlêr-KDP.info : îro 11ê Mijdara 2025ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ev hilbijartin yek ji girîngtirîn hilbijartinên heta niha li Iraqê hatine kirin e û got: "Em hêvîdar in ku ev hilbijartin bibe destpêkeke nû ji bo Iraqeke federal û demokratîk."

 
Serok Barzanî Pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Kir

MONDAY, 10 NOVEMBER 2025 22:11:22

Hewlêr-KDP.info: Roja Duşemê, 10ê Mijdara 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mihemed El-Hessan, Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê û Serokê Nûneratiya UNAMI kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact