Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 6 OCT 2026 10:32 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Encûmena Wezîran bi tundî nîgeranî û nerazîbûna xwe li hember helwesta nerênî ya Bexda nîşan dide
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 12ê Tebaxa 2020an, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û beşdariya Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîr, bi rêya vîdeo-konferansê civiya.

Di civînê de li ser rewşa darayî ya niha ya Herêma Kurdistanê û encama pêvajoya gotûbêjên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê hat axaftin.

Encûmena Wezîran hewldanên şanda danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Federalî bi başî nirxand, bi awayekî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti hinceteke destûrî û qanûnî û darayî nehiştiye bo gihiştina rêkeftinê li gel Hikûmeta Federalî ji bo dabînkirina mûçe û heqên darayî yên mûçexurên Herêma Kurdistanê. Hemû şert û mercên Hikûmeta Federalî ku di çarçoveya destûrê de ne, qebûl kirine, lê mixabin Hikûmeta Federalî zêdetirî sê mehan e, amade nîne ku ti pereyekî ji bo mûçeyên mûçexurên Herêmê bişîne, ku vê jî wisa kiriye; Hikûmeta Herêma Kurdisrtanê nikaribe heqên darayî yên mûçexuran bide.

Ji ber vê yekê rewş û debara nelicih bo mûçexurên Herêmê çêbûye, tevî nehemwarbûna rewşa tendirustiyê. Ev jî di demekê de ye ku li gor yasayên Iraqê, Herêm weke beşên din ên Iraqê, mafê wê heye ku para xwe ya mûçeyê ku jê re dihate dayîn, werbigre. Divê di dayîna heqên darayî yên mûçexuran de cudahî di navbera welatiyên Herêma Kurdistanê û beşên din ên Iraqê de neyê kirin ku destûra Iraqê ev yek jî weke bingeh diyar kiriye.

Loma Encûmena Wezîran bi tundî nîgeranî û nerazîbûna xwe li hember vê helwesta nerênî ya Hikûmeta Federalî nîşan dide û daxwaz dike ku bi dengê hewldanên Herêma Kurdistanê ve were û kêşeyan li ser bingeha destûrê çareser bike û rêz li maf û heqên destûrî yên Herêma Kurdistanê bigre û pabendbûnên destûrî yên li hember Herêma Kurdistanê bi cih bîne.

Encûmena Wezîran di heman demê de amadebûna xwe ji bo çareserkirina kêşeyan bi awayekî bingehîn di çarçoveya destûrê de, car din tîne ziman û şanda bilind a danûstankar jî bi wê yekê dispêre ku ji bo gihiştina rêkeftinekê, danûstandinên xwe bidomîne, bi taybetî jî ku di dema derbasbûyî de Herêm amadebûna xwe nîşan daye ji bo cîbicîkirina pabendiyên destûrî di warên petrol û darayî de û ev berpirsyariya Hikûmeta Federalî ye ku li hember vê, maf û heqên darayî yên Herêmê ranewestîne.

Herwiha ji Serokomarê Iraqê û wezîr û nûnerên Herêma Kurdistanê yên li Parlementoya Iraqê daxwaz dike ku maf û heqên darayî û destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê biparêzin.

Encûmena Wezîran biryar da ku dê di destpêka hefteya bê de li ser mekanîzma û çawaniya dabeşkirina mûçeyan biryar bide, da ku dest bi dabeşkirina mûçeyan were kirin bi wê şiyana darayî ku li ber dest e.

Encûmena Wezîran herwiha herdu Wezîrên Navxwe û Pêşmerge bi wê yekê spartine ku li ser girift û kêşeyên deriyên sînorî lêkolîn bikin, da ku rê li ber her karekî neyasayî bigrin ku li wan deriyên sînorî tê encamdan.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsolosê Giştî yê Rûsyayê kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 22:10:51

Hewlêr-KDP.info: Êvariya îro pêncşemê 01/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erka wî ya wek Konsolosê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Maksîm Rubîn kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer û şanda pê re kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 21:10:53

Hewlêr-KDP.info: Roja Pêncşemê 1ê Cotmeha 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Xemîs Xencer û şanda pê re kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact