Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 2 OCT 2026 22:50 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî cejina Qurbanê pîroz kir: Bila partiyên siyasî di asta çaverêvaniya xelkê Kurdistanê de bin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejina Qurbanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Misilmanên Kurdistanê, Iraq û cîhanê dike û daxwaz ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike, di asta çaverêvaniya xelkê Kurdistanê de bin.

Deqa peyama Serok Mesûd Barzanî:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta cejna pîroz a Qurbanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî misilmanên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên xweşdivî dikim û hêvîdar im ev cejin li Kurdistan û Iraq û li navçeya me, bibe cihê xweşî û bereket û aştiyê.

Di demekê de ku em pêşwaziyê li vê cejna pîroz dikin ku gelê me li gel gefeke mezin a siyasî û abûrî û tendirustiyê rûbirû bûye. Ev gef çavkaniya xwe ji gelek wan kêşe û giriftan girtiye ku aramiya siyasî û debar û guzeraniya xelkê Kurdistanê dikine armanc.

Bi navê derbaskirina gefan û vê rewşa dijwar erkê me hemû aliyan e ku berev tebayî û birayetî û karê hevbeş û kûrkirina çanda pêkvejiyanê pêngavan bavêjîn. Ji bilî wê yekê gelek spasî xweragiriya xelkê Kurdistan dikim ku li hemû qonaxan tehemula dijwarî û gefan kirine, cejna pîroz a Qurbanê jî bi derfet dizanim ku daxwaz ji aliyên siyasiyên Kurdistanê bikim ku bi navê berjewendiyên bilind ên welat û ji bo çareserkirina giriftan û derbaskirina kêşeyan li gel hevdû rûnin.

Ev yek jî herdem li bîra me be ku, bi tebayî û yekrêziyê kêşe baştir çareser dibin û bi saya pêkveyî û yekrêziyê destkeftên mezin ji bo gelê me pêk hatine. Bi piştrastiyê ve xelkê Kurdistanê jî her vê yekê ji aliyên siyasî çaverê dikin. Ji bo wê yekê daxwaz dikim hemû aliyên siyasî di asta çavervaniyên xelkê Kurdistanê de bin û di heman demê de jî çanda bilind û dewlemend a kurdewarî li ber çav bigrin û xwe ji gotarên nexweş û aloz û nehêja yên li beranber hevdû biparêzin.

Di vê helkefta pîroz de cihê xwe ye ku ez spasî keda karmendên tendirustî û Pêşmerge û asayîş û polîs û ragihandinan bikim ku di vê dema Koronayê de rû li Herêma Kurdistanê kiriye ji bo alîlariya xelkê û bicîhkirina rêkarên tendirustiyan û hişyariyên tendirustiyê ku erk û kedeke zêde dan.

Cejna hemû aliyekî pîroz be û hêviya bextewerî û xweşiyê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
30.07.2020”




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsolosê Giştî yê Rûsyayê kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 22:10:51

Hewlêr-KDP.info: Êvariya îro pêncşemê 01/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erka wî ya wek Konsolosê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Maksîm Rubîn kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer û şanda pê re kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 21:10:53

Hewlêr-KDP.info: Roja Pêncşemê 1ê Cotmeha 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Xemîs Xencer û şanda pê re kir.

 
Peyamek ji Serok Barzanî

WEDNESDAY, 30 SEPTEMBER 2026 15:09:28

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi boneya bidawîhatina fermî ya erkê serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê peyamek belav kir. Serok Barzanî xelkê Kurdistanê dilniya kir ku parastina Herêmê di destên ewle de ye. Herwiha hişyariyeke tund jî da wan aliyên ku xeyala têkdana aramiya Herêma Kurdistanê dikin.

 
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Lord Michael Ashcroft kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:36

Hewlêr-KDP.info: Îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Lord Michael Ashcroft, Serokê fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrat (IDU) û siyasetmedar û kesayetiyê diyar ê Brîtanî kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Çînê kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:33

Hewlêr-KDP.info: îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîhatina erkê wî wek Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê û bi mebesta malavayiyê, pêşwaziyê li birêz Liu Jun kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact