Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 8 OCT 2026 09:51 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Encûmena Wezîran rewşa kerta çandiniyê gotûbêj kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Encûmena Wezîran bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, û bi beşdariya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, bi rêya vîdyo konfiransê civiya.

Di destpêka civînê de, cêgirê serok wezîran raportek pêşkeş kir derbarê pirogramê bayomêtrî ku têde bi zanyarî hûrgelî ve behsa qonaxên wê sîstemê, armanc û encamên sîstema bayomêtrî kir, ku pirojeyeka giştgîre û berfirehtire ji wê yekê ku tenê databêsek be bo tomarkirina bayomêtrîyê mûçexoran.

Herwiha Encûmena Wezîran piştî gotûbêj û nerîn veguhartinê, destpêkirina qonaxa dûyem a sîstema bayomêtrî pesend kir, bi arasteya bercestekirina hikumeta elelktronî bi mifa wergiritnê ji teknelocîya ya zanîyarî di rêveberina dezgehên hikumetê de û berfirehkirina wê pirogramê daku bwarên din jî vegire û bibe alîkarekê sereke bo cîbicîkirina bernameya çaksazîyê û bi elektronîkirina dezgehên hikumetê û danan şêwazeka nû ya çalak bo hikumetê û hukmranîya durist.

Herwiha Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêger Talebanî, çend mijarên peywendîdar bi kerta çandinê pêşkeş kir, ji wan jî rêkxistina girêbestên çandinê ku bi awayekê bihên rêkxistin di xizmeta geşepêdana çandinê û rêgirtinê be ji terxankirin û bikarhînana zevîyên çandinê bo mebestên neçandinî. Di tewereka dî de, pilana wezareta xwe pêşkeş kir bo pêşxistan nemagehên ser bi wezareta çandinê bi rêya pirojeyên hevpişkên çandinê li gel kerta taybet, wek çavkanîyeka nû ya dahatê û pêşxistina wan nemamgehan. Encûmena Wezîran piştî gotûbêj û nerîn veguhartinan biryar hate dan bi pesindkirina rasparteyên wezareta çandinû çavkanîyê avê di wan waran de.

Di tewereka dî de, Encûmena Wezîran, wezaretên (çandinê û çavkanîyên avê, şarewanî û geştûguzar û dad) raspartin bo lezkirinê di rayîkirin qerebûya wan cotyarên ku xwedî girêbestên çandinî ne û mafên yasayî yên qerebûkirina wan ji alîyê wezareta çandinê ve hatîye piştrastkirin li gor yasayên kar pêkir

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact