Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 29 SEP 2026 02:18 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Herîrî: Sûriye perçe bûye..Em rola Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî bilind dinirxînin
| KDP.info


Sûriye-KDP.info- Endamê Desteya Bilind a Danûstandinan a Îtîlafa Niştîmanî ya Operasyona Sûriyê Dr. Nesir Herîrî dibêje, niha cografiya Sûriyê perçe bûye û rêjîm hêj berdewam e li ser êrîşên xwe yên serbazî.

Dr. Nesir Herîrî di hevpeyvînekê de ligel malpera KDP.info ragihand: “Niha cografiya Sûriyê perçe bûye. Beşek di bin destê Tirkiyê de ye û beşek di bin destê Rûsya û beşek di bin destê rêjîmê de ye. Rûsya nehişt rêjîm bikeve. Niha rêjîm li pêşiya herifandineke mezin a siyasî û abûrî de ye û dorpêçeke mezin li ser rêjîmê heye.”

Herîrî wiha got: “Rûsya nikariye wek pêwîst xelkê Sûriyê ligel rêjîmê lihev bike û herwiha nikariye baweriyekê li cem cîhanê çêbike, ku bikaribe deriyê pêwendiyan veke. Tevî piştgîriya welatan bo rêjîma Sûriyê, lê niha rêjîm li pêşiya metirsiyeke mezin de ye, ku bikeve û bê şikestin. Ji aliyekî ve ji aliyê xelkê ve û ji aliyê din ve ji aliyê welatên bihêz ve. Niha pêdviya Sûriye bi çareseriyeke siyasî veguhêz û rast heye, ku bi guvaşên welatan biryara 2254 a Encûmena Asayişê ew yek pêk were.”

Dr. Nesir Herîrî wiha derbarê hebûna Kurdan di nava Îtîlafê de, dibêje, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di nava Îtîlafê de cih digre û ji destpê de û heya dawî beşdar bûye di şoreşa Sûriyê de.

Herîrî wiha got: “Gelê Sûriyê divê xwe dûr bike ji sîstema parvekirina kursiyan bi ser pêkhateyan û dûr bikeve ji sîstema kota, ji ber ku ev herdû sîstem li welatîbûna Sûriyê dide, tevî vê jî Îtîlafa Sûriyê bi hemû mercên ENKSê razî bû û niha hejmara wan ji wê zêdetir e ku wan daxwaz dikirin. Em rijd in ku Kurd bi rêjeyeke mezin di Îtîlafê û şanda danûstandinan a Îtîlafê û komîteya destûr de beşdar bibin.”

Dr. Nesir Herîrî wiha domand: “Em di gelek civîn û konfransên navdewletî de beşdar bûne, ku ji bo çareserkirina pirsa Sûriyê bûne, lê herdem armanca me cîbicîkirina biryara 2254 bûye. Herwiha me daxwaz dikir ku alîkariyên mirovî bighên xelkê Sûriyê û me kar ji bo girtiyên di zindanên rêjîmê de dikir û me hewl dida ku kuştina xelkê sivîl bidawî were. Lê rêjîmê ev tişt hemû red dikirin, niha jî xwe daye destê welatan, em jî bi ti awayekî vê rêjîmê qebûl nakin.”

Herîrî ragihand: “Destûrê nû yê Sûriyê pêngaveke girîng e di pêngavên çareseriyê li Sûriyê, lê hemû pirsan çareser nake, ku divê ne tenê gotinên ser kaxetê be. Ligel danîna destûr divê hikûmeteke veguhêz jî hebe û destelat di destê wê de be û herwiha em ber bi hilbijartinan ve biçin,da ku xelkê Sûriyê nûnerên xwe hilbijêrin. Em dixwazin Sûriye dewleteke medenî û demokrat û piralî be, û hemû alî karibin karê siyasî bikin, û hemû alî nêrîna xwe nîşan bidin, welatî wekhev bin, pêkhateyên Sûriyê hest bikin ku Sûriye welatê wan e û jê netirsin.”

Herîrî wiha got: “Pêwendiyên me ligel Herêma Kurdistanê bihêz in û em rola Herêma Kurdistanê û Serok Mesûd Barzanî bilind dinirxînin, ku ew bi hemû şêweyekê pişta daxwazên gelê Sûriyê digrin. Herwiha Herêma Kurdistanê penaberên Sûriyê hewand û karekî pir baş ji wan re kir, ew jî tevî ku Herêma Kurdistanê di rewşeke abûrî zehmet de derbas dibe. Me û Herêma Kurdistanê gelek caran behsa pêşeroja Sûriyê kiriye, û me behsa penaberan û çareseriya siyasî kiriye.”

 




Nûçeyên din

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Balyozê Awistiryayê pêşxistina pêwendiyên xwe gotûbêj dikin

SUNDAY, 27 SEPTEMBER 2026 20:09:14

Hewlêr-KDP.info: îro 27ê Îlona 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Awistiryayê yê li Iraqê Axel Wech kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Swîsrayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 27 SEPTEMBER 2026 19:09:15

 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li Balyozê Swîsrayê yê li Iraqê Peter Nielsen kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Avusturya yê li Iraqê kir

SUNDAY, 27 SEPTEMBER 2026 16:09:32

Hewlêr-KDP.info: Roja yekşemê, 27ê Îlona 2026an, li Pirmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Balyozê nû yê Avusturya yê li Iraqê birêz Axel Wesch kir.

 
Serok Barzanî di salvegera Referandumê de: Dengek ji bo dîrokê û bîranînek ji bo nifşan

FRIDAY, 25 SEPTEMBER 2026 17:09:05

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî Îro Înî, 25ê Îlona 2026ê, di salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de ragihand: “Dengek bo dîrokê û bîranînek bo nifşan.”

 
Mesrûr Barzanî salvegera referandûmê li gelê Kurdistanê pîroz dike

FRIDAY, 25 SEPTEMBER 2026 11:09:31

Hewlêr-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di salvegera nehê ya referandûma serxwebûna Kurdistanê de peyamek belav kir û tê de pîrozbahî li gelê Kurdistanê dike.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact