Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 7 OCT 2026 23:30 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Îro 154 penaberên din vegeriyan Rojavayê Kurdistanê
| KDP.info


Berdereş-KDP.info- Qaymeqamê Berdereş Xelîl Mehmûd ragihand ku, di berdewamiya vegera koçberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê, îro 154 kesên din vegeriyan Rojavayê Kurdistanê.

Xelîl Mehmûd ji malpera KDP.info re ragihand: “Di berdewamiya vegera penaberên Rojavayê Kurdistanê bo Rojava, îro 105 kes ji kampa Berdereş û 49 kes jî ji kampa Giwêlan vegeriyane Rojavayê Kurdistanê û ji bo vegera wan jî hemû asankarî ji wan re hatine kirin.”

Xelîl wiha got: “Yên ku vedigerin Rojavayê Kurdistanê bi kêfa xwe vedigerin û em ji kesî re nabêjin vegerin.”

Di vê dema dawî de gelek penaberên Rojavayê Kurdistanê ji kampên li Herêma Kurdistanê vegeriyane ser mal û halê xwe li Rojavayê Kurdistanê.

265 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê li kampên Herêma Kurdistanê dijîn.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact