Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 3 OCT 2026 00:54 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Hikûmet hûrgiliyên danûstandinan ligel Bexda û pêngavên cîbicîkirina çaksaziyê gotûbêj kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Îro Çarşema 3/6/2020 Civata Wezêrên Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Mesrûr Barzanî Serokê Civata Wezîran û Qubad Talebanî cêgirê serokê Civatê civiya û di wê civînê de derbarê hûrgiliyên danûstandinan ligel Bexda û pêngavên cîbicîkirina yasaya çaksaziyê gotûbêj hatin kirin.

Di destpêka civînê de, serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi zêdebûna metirsiyên Koronayê û zêdebûna hejmara qurbaniyan kir û bi navê civata wezîran pirse û sersaxî ji kesûkarên qurbaniyan re xwest û hêviya zû başbûnê ji nexweşan re xwest, herwiha sipasiya pêbendbûna hevwelatiyan jî kir, ji bo pêbendbûna wan bi rêkarên xweparêziyê û rênimayên tenduristiyê.

Mesrûr Barzanî got jî: “Hikumeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe ji peyrewkirina her rêkarekê bo parastina selametiya hevwelatiyan û ti kêmasîyekê jî di vî warî de nekiriye û tişta pêwîst bûye encam daye û di niha de berpirsyariya serke dikeve di stûyê xelkê de bo parastina xwe, hevwelatiyan û civakê. Herwiha Hikumet li dirêjedana girtinebera rênimayên tendurisîyê, dixwaze jiyan û jiyara xelkê li ber çav bihête girtin û ziyan bi wan nekeve, lê cihê daxê ye, xelkek dixwaze vê mijarê ku peywendiya rasterast bi jiyan û tenduristiya xelkê ve heye, bi siyasî bikin û guman ji hebûna metirsiya wê Vayrosê durist kirine û hana xelkê didin pêbendên rênimayan nebin. Lewma ev kesên hanê dê rûbirûyê yasayê bibin.”

Di tewereke dî de, serokwezîr ronahî xiste ser diyaloga stratejîk di navebra Iraq û Amerîkayê de, ku biryar e di vê mehê de bê encamdan û Herêma Kurdistanê jî têde beşdar dibe. Lewma Civata Wezîran biryar da serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê, nûneratiya Kurdistanê bike di wê diyalogê de.

Dûvre Mesrûr Barzanî, raportek derbarê hûrgiliyên danûstandinên şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Iraqê pêşkeş kir. Amaje bi wê yekê jî kir, ku danûstandin ligel hikûmeta nû ya Iraqê berdewam dibe bo çareserkirina arîşeyên taybet bi petrol û darayî li ser bingeha destûrê Iraqê.

Piştre jî raporta komîteya bilind a çaksaziyê hate pêşkeşkirin derbarê dûvçûnên pêngavên wezaretan û aliyên pêwendîdar bo cîbicîkirina yasa çaksaziyê, ku heya niha pêngavên baş birê kirine û rêkar û mîkanîzmên pêwîst û peyrewa bicîhkirina wê derketiye.

Di dawiyê de, Civata Wezîran herdû piroje yasa (Maf û erkên nexweşan li Herêma Kurdistanê) û ( li stûkirina fermanberan li Herêma Kurdistanê) bi tevaya dengan hatin pesindkirin.

 




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsolosê Giştî yê Rûsyayê kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 22:10:51

Hewlêr-KDP.info: Êvariya îro pêncşemê 01/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erka wî ya wek Konsolosê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Maksîm Rubîn kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer û şanda pê re kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 21:10:53

Hewlêr-KDP.info: Roja Pêncşemê 1ê Cotmeha 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Xemîs Xencer û şanda pê re kir.

 
Peyamek ji Serok Barzanî

WEDNESDAY, 30 SEPTEMBER 2026 15:09:28

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi boneya bidawîhatina fermî ya erkê serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê peyamek belav kir. Serok Barzanî xelkê Kurdistanê dilniya kir ku parastina Herêmê di destên ewle de ye. Herwiha hişyariyeke tund jî da wan aliyên ku xeyala têkdana aramiya Herêma Kurdistanê dikin.

 
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Lord Michael Ashcroft kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:36

Hewlêr-KDP.info: Îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Lord Michael Ashcroft, Serokê fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrat (IDU) û siyasetmedar û kesayetiyê diyar ê Brîtanî kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Çînê kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:33

Hewlêr-KDP.info: îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîhatina erkê wî wek Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê û bi mebesta malavayiyê, pêşwaziyê li birêz Liu Jun kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact