Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 6 OCT 2026 10:30 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya Kurdistan
| KDP.info


Konê Reş

Belê birano! Piştî sirgûnî û koçkirina Mîr Bedirxan di sala 1868an de li Şamê, kurê wî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan, li ser rêk û şopa bavê xwe xebitî û kir qêrîn û hawar.. Qêrîn û gaziya wî ji ya bavê wî bû. Û di encam de karîbû di roja 22ê nîsana 1898an de, yekemîn Rojnameya kurdî, bi navê (KURDISTAN) li Qahîre biweşîne û di nav rûpelên wê de gazî û qêrînî kurdan bike û bibêje: (Gelî Mîr û Axano, Kurmancino! qenc bizanin, xwendin, ilm û marifet li dinya û axretê rûyê mirov sipî dike. Niho zaroyên xwe bi elîmînin ilm û marifeta. Hûn bi xulaqeta xwe şûcah û cesûr in. Hekê hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinê hemiya xurttir, dewlimendtir bin.)

Mîr Miqdad Medhet Bedirxan, " Kurdistan" jimareya 4" / 1898.

Rojnameya Kurdistan, rojnameyeke 15 rojî bû, cihê weşandina wê ji hejmara 1-5an li Qahîra bû, xwediyê wê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bû. Hejmarên mayî ji 6-31ê xwediyê wan birayê wî Mîr Ebdirehman Bedirxan bû, cihê weşandina wan ji hejmara 6-19an li Cinêvê çap bûne; ji hejmara 23-20an jî careke din li Qahîra çap bûne; hejmara 24an li Londonê çap bûye; hejmarên 29-25 li Folkostonê û herdu hejmarên dawî li Cinêvê çap bûne. Hejmara 1ê di 22ê Nîsana 1898an de derçûye û hejmara dawî (31) di 14ê Nîsana 1902an de. Ji sala 1968an ve, roja 22ê Nîsanê, bûye roja rojnamegeriya Kurdî di seranserî Kurdistanê de.

Dost û hevalên hêja! Ez 122 saliya roja rojnamegeriya Kurdî li we pîroz be.. Di van çend rojên derbasbûyî de min hin kovar û rojnameyên bi zimanê Kurdî ku di nav kurdên Rojava de hatine weşandin, ji we re raxistin ber çavan, herwiha hin weşanên Bedirxaniyan jî şanî we dan, da ku hûn serwextî ked û westandina wan lehengan bibin.. Bawer bikin, dema ku rojnameya KURDISTAN bi zimanê kurdî li Qahîre dihat weşandin, bav û kalên me pêxwas bûn, çarox bi dest gelekan ji wan nediket..! Mêzekin! Bê çendî wan lehengan berxwedan û kêferat di ber hebûn û zimanê me de kiriye..? Belê sed mixabin, piştî 122 salan hêj pirraniy çapemeniya me bi zimanê dagîrkerên me ye!

Ez jî, bi vê helkeftinê, vê rojê li tev rojnamevan, nivîskar û rewşenbîrên kurd yên ku bi rast û durist xebat di ber gelê me de kirine û dikin, pîroz dikim.. Û gurzek ji kulîlkên Nergizên, dora bajarê Cizîra Botan li ser gora wan Bedirxaniyên ku xebat û bizav di ber ziman û ferhenga me de kirine, datînim..

Dawî dibêjim; bijî zimanê Kurdî, bijî 22ê Nîsanê û bijî Kurd û Kurdistan.. Her sal em hev û din bi xêr û xweşî bibînin.

Konê Reş, Qamişlo, 22.04.2020


 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsolosê Giştî yê Rûsyayê kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 22:10:51

Hewlêr-KDP.info: Êvariya îro pêncşemê 01/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erka wî ya wek Konsolosê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Maksîm Rubîn kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer û şanda pê re kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 21:10:53

Hewlêr-KDP.info: Roja Pêncşemê 1ê Cotmeha 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Xemîs Xencer û şanda pê re kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact