26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdistan û Îtaliya pêwendiyên xwe bihêztir dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Derve yê Îtaliya Luigi Di Mario re hevdîtin kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 19.2.2020 li paytexta Îtaliya Romayê bi Wezîrê Derve yê Îtaliya Luigi Di Mario re civiya.

Di civînê de behsa rewşa Iraq û Rojhilata Navîn, bihêztirkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îtaliya bi taybet di warê bazirganî û jêrxana aborî û çandiniyê de hat kirin.

Herdû aliyan têkezî li ser xurtkirina dostaniya navbera Herêma Kurdistanê û Îtaliya û girîngiya berdewambûna perwerdekirina hêzên Pêşmerge ji aliyê pisporên Îtalî ve kirin.


 

Nûçeyên têkildar