Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 9 OCT 2026 06:18 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî bo Nûnerê Amerîka: Divê gelê Kurd li Sûriyê rastî çarenivîseke windayî nebe
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetiyê Amerîka yê Karubarê Sûriye kir û di wê hevdîtinê de got, nabe bi tu awayekî guhertina demografî li Bakûrê Rojhilata Sûriye çê bide.

Îro Sêşema 18.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyoz James Jeffrey Nûnerê Taybetî Amerîka yê Karubarê Sûriye û şandekî li gel kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Iraqê û hengavên ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê û egerên bihêzbûna terorîstên DAIŞê li Iraqê hate nirxandin.

Di beşekî dinê vê civînê de ronahî xistin li ser rewşa Sûriye û hevkêşeyên meydaniyên dawî ya wî welatî û di derbarê rola aliyên Kurdî li pêşhatên Sûriyê de danustandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîst e li her rewşek de rê li wê yekê bê girtin gelê Kurd li Sûriye rastî girift û çarenivîseke windayî bibe û nabê bi tu awayekî guhertina demografî li Bakûrê Rojhilata Sûriye çê bide.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka mijareke dinê vê civînê bû û hemahengî û karê hevbeş ya her dû aliyan ji bo şerê dijî terorê bilind nirxandin û tekez jî li ser berfirehkirina hemahengiya dû aliyane ya li warên cûda cûda de kirin.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact