Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 7 OCT 2026 01:29 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî bo Xwendekar û Lawên PDKê: Kadirên hişyar ji bo xizmeta xelkê Kurdistanê perwerde bikin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 67 saliya damezrandina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de daxwaz ji wan kir ku kadirên hişyar ji bo xizmeta xelkê Kurdistanê perwerde bikin.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta 67 saliya damezrandina Yekîtiya Qutabiyên (Xwendekar) Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokratên Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî lawan û qutabiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin û paşarojeke geş ji bo wan dixwazim.

Lawan û Qutabiyan, li destpêka damezrandina rêxistinên xwe ve heta niha, roleke girîng û ber bi çav li karê medenî û rêxistinî da dîtin û ji bilî wê yekê xwendingeha pêgihandina serkirdeyên bi şiyan û gedeyên hişyar û helketî bûne, wekî Pêşmerge jî beşdariyeke bi bandor li tevgera rizgarîxwaziya gelê me da kirine û di vê rêyê de qurbanî û şehîd jî dane.

Qutabiyan û lawan, di qonaxên cûda cûda de, xizmeta gel û welat kirine û ruhê bergirî û bawerî bi xwebûnê li nav lawên gelê me de parastine. Niha û pêşarojê jî ev çaverêyî li xwendekar û lawên xweşdivî tê kirin ku parêzerê bihayên bilindê gelê xwe bin û bi moraleke bilind û çav vekiriyeke zêdetir, sûd ji amrazên nûyên perwerde û fêrkirinê werbigrin û xwe bi zanist û zanyariyê dewlemend bikin û kadirê hişyar û bişiyan ji bo xizmetkirina berjewendiyên xelkê Kurdistanê perwerde bikin.

Dûbare pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftineke zêdetir ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
17.02.2020”

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact