Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 30 AUG 2026 18:04 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Danîna ala Kurdistanê rêzlênane li xebat û qurbaniya gelek
| KDP.info


Davos-KDP.info-Piştî temambûna roja dawî ya kar û çalakiyên Korbenda Abûriya Cîhanî li Davos, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê piştî nîvroya îro în 24/01/2020 li bersîva rojnamevanan da behsa beşdarîkirina li korbendê û çend babetekî peywendîdar bi rewşa Iraq û navçeyê kir.

Davos-KDP.info- Di destpêkê de li bersîva pirsiyarek da di derbarê xwepêşandanên li Iraqê û helwesta Herêma Kurdistanê ya di derbarê aloziyên Iraqê ve, Nêçîrvan Barzanî got: “Helwesta Herêma Kurdistanê di derbarê hêzên Amerîka û hevpeymanan ve li Iraqê rûne, ev hêz li ser daxwaza Iraqê hatine ji bo yarmetîdana Iraqê û li sala 2014 ve û heta niha jî wiha dibînîn ku mayina li Iraqê ya ji bo berengarbûna Da’îş pêwîste. Ji ber ku heta niha jî Da’îş metirsiyekî mezine neku her ji bo Herêma Kurdistanê, belkû ji bo hemû Iraqê. Ji bo wê yekê em bawerin ev hêz divê bimînin heta wê demê hemû aliyek bi baweriyê ve dikarin bibêjin Da’îş bi dawî hatiye”.

Di derbarê civîn û hevdîtinên li Korbenda Aboriya Cîhanî li Davos û peywendiyên dîplomasiyên Herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî de, Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Em bi awayeke fermî ji aliyê Korbenda Aboriya Davosê ve hatîn vexwendin ku îsal pencihemîn salvegera konferansa wan bû. Me li wê çarçêweyê da beşdarî kiriye, ji bo me wekî Herêma Kurdistanê derfeteke ku beşdar dibîn li van cîhan dîtin û nêrînên xwe yên li ser rewşa Herêma Kurdistanê û ew pêşhatên îro li Iraqê da bi awayeke giştî hene, li gel berpirsên bilindên welatên din ku beşdar dibin li vê konferansê da, behs bikîn. Ji ber ku hûn bi xwe dizanin pirsa Iraqê û ew pêşhatên li navçeyê bi awayeke giştî heye, cihê girîngîdana wan hemû welatane û her li vê çarçêweyê da jî me îro li gel berpirsên welatên derve, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî, Serok Trump û komek ji serokên welatên din û Serok Wezîr û kompanyayên cîhanî behsa rewşa Iraqê û dîtin û nêrîna Herêma Kurdistanê li ser wan pêşhatên îro li Iraq û navçeyê da heye, me bi hemû aliyek gihand. Dikarim bibêjim asta dîplomasî û karê Herêma Kurdistanê başe û Herêma Kurdistanê wekî pêgeha xwe li çarçêweya Iraqê da û li gor destûra Iraqê, cihê rêz û girîngîdana civaka navdewletiye”.

Her di derbarê civînên li Davosê bi taybetî jî civîna li gel birêz Donald Trump Serokê Amerîka, birêz Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Li van civînan da me peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Serok Trump behs kir. Ew rêzekî zêde ji bo rola Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bi awayeke giştî li navçeyê da hem ji bo parastina pêkhatên navçeyê û hem jî rêz û pêzanînên xwe ji bo Herêma Kurdistanê hebû ku bûye penagehek ji bo xelkê din û ciheke arame, rêz û pêzanînên xwe ji bo hêzên Pêşmerge ya li rûbirûbûna Da’îş de hebû”.

Di derbarê çareserkirina rewşa niha ya Iraqê û hebûna hêzên Hevpeymanan li Iraqê û helwesta Herêma Kurdistanê ya li vî derbarê de, Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Me pêştir jî helwesta xwe bi rûnî nîşandaye û niha jî dibêjîn hebûna hêzên Amerîka û Hevpeymanan ji bo hemû Iraqê pêwîste û me bi rûnî wê yekê gotiye û li gel Serok Trump jî me behs kiriye”.

Di derbarê girîngî û bandora danîna ala Kurdistanê li kombûnên rêzdar yên li gel birêz Serokê Amerîka, rêzdar got: “Birêz Serokê Amerîka û welatê Amerîka pêgeha Herêma Kurdistanê dizanin, dizanin ku Herêma Kurdistanê qewareyekî destûriye li nav Iraqê da. Bêguman danîna ala Kurdistanê ji bo hemû Kurdek tişteke cihê xweşhaliye, lê belê li gel ewe da jî pêwîste bizanîn li gor destûra Iraqê ev pirse rê pê hatiye danan ku li civîna li gel Serokê Amerîkayê da jî hatiye danîn. Em bawerin cihê xweşhaliye ji bo hemû Kurdek li her cîhek bê. Her wiha peyam tenê ji bo Kurdên Iraqê nebûye, bi nêrîna min ji bo hemû gelê Kurd bûye ku xweşhal bin bi wê yekê ku hatiye kirin. Ev rêzgirtin tenê rêzlênan nîne ji bo kesek, eve rêzgirtine li xebat û qurbaniya gelek ji bo xwîna şehîdên gelek ku li dîrokê da westiyane û xebatê kirine û zehmetiyê kişandine. Ez bawerim danîna wî alayî rengvedana wê hemû dîrokê ye û ji bo tenê kesek nebûye, eve ji bo hemû gelê Kurd bûye û ez pîrozbahiyê li hemû gelê Kurdistanê dikim ji bo vê û her Kurdek li her cihek bê”.




Nûçeyên din

Serok Barzanî sersaxiyê li Leyla Zana dike

SUNDAY, 30 AUGUST 2026 00:08:41

Hewlêr-KDP.info:  îro 29ê Tebaxa 2026an, Serok Mesûd Barzanî , ji ber koça dawî ya Mehdî Zana, têkoşerê kurd û serokê berê yê şaredariya Diyarbekirê, peyameke sersaxiyê belav kir. 

 
Mesrûr Barzanî serxweşiyê li malbata Mehdî Zana û Leyla Zana dike

SUNDAY, 30 AUGUST 2026 00:08:50

Hewlêr-KDP.info: îro 29ê Tebaxa 2026an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de li ser hesaba xwe ya fermî di torên civakî (X) de nivîsî: "Ez sersaxiyê li malbata siyasetmedarê diyar ê kurd Mehdî Zana dikim; rêz û hurmeta min ji malbata wan a birêz re heye, bi taybetî ji xwişka hêja Leyla Zana re." 

 
Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê Filistînê kir

SATURDAY, 29 AUGUST 2026 18:08:58

Hewlêr-KDP.info: Roja Şemiyê 29ê Tebaxa 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li Balyoz Dr. Mahir Kirkî, Konsulê Giştî yê Filistînê li bajarê Hewlêrê, kir.

Serok Barzanî pêşwaziyê li Serokê Desteya Destpakî ya Iraqê û şandeke pê re kir

WEDNESDAY, 26 AUGUST 2026 22:08:00

Hewlêr-KDP.info: Roja Çarşemê 26ê Tebaxa 2026an, li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Dr. Mihemed Elî Ellamî Serokê Desteya Destpakî ya Iraqê û şandeke pê re kir.

Serokê Herêma Kurdistanê : Pêwîst e hikûmeta Iraqê qerebûya malbatên enfalkiriyan bike

TUESDAY, 25 AUGUST 2026 16:08:57

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 38emîn salvegera Enfala Badînanê de, daxwaz ji hikûmeta federal dike ku qerebûya madî û manewî ya malbatên qurbaniyên Enfalê bike. Herwiha tekez dike ku divê dîroka tijî tawan a borî bibe waneyek ji bo rêgirtin li her cûre sitemkariyekê li Iraqê.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact