Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 6 OCT 2026 01:04 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Dîdareke girîng
| KDP.info


Selam Ebdulah

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandeke pilebilind beşdar bû di Korbenda Abûrî ya Davosê de, ku korbendeke cîhanî ye û girîng e. Beşdariya vê carê xwedî giranî û giringiyeke taybet e, bi taybetî jî ku Herêma Kurdistanê bi şandeke serbixwe beşdar bûye, ku ew yek jî pêgeha girîng a Herêma Kurdistanê nîşan dide, nexasim ku serokê mezintirîn welatê cîhanê ku Amerîka ye, pêşwaziyeke gerim li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û demeke baş da wê civînê.

Herêma Kurdistanê her ji hatina DAIŞê bo nava axa Iraqê ve, her bi zelalî helwesta xwe li hemberî wê rêxistina terorê nîşan da û her zû rastî û mebest û armanca wan terorîstan nas kir û şerê wan kir, ku li vir jî rola Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo piştevaniya Herêma Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞê bilind tê nirxandinm ji ber ku ne ji wan alîkariyên wan ên mezin bana, dê Herêma Kurdistanê rastî rewşeke pir dijwar biba, nexasim ku artêşa Iraqê çek û cebixaneya 3 fîrqeyên leşkerî û bi çekên moderin û pêşketî ji wan terorsîtan re hiştin.

Tevî ku di nava wan çendîn salên ji şerê li dijî DAIŞê de, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bêtirî 1700 şehîd û bêtirî 10000 birîndar dan, lê ew şer bi serkeftî û bi şikandina DAIŞê bû. Ev rola berçav a Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de, cihê rêz û hurmetê ye li cem welatên şaristan û demokrat bû, ku wek niha em dibînin gelê Kurdistanê encama wê qurbanîdanê dibîne û îro Herêma Kurdistanê navçeya herî aram e li Rojhilata Navîn.

Herêma Kurdistanê ji aliyê abûrî û çavkaniyên xwezayî ve û bi taybetî jî ji aliyê petorl û gazê, xwedî pêgeheke girîng e li ser asta cîhanê û em dikarin di pêşerojê ji bo peydakirina xweşiya jiyanê ji welatiyên Kurdistanê re.

Ev serkeftina berçav a Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê û peydakirina wê enerjiya giring di pêşerojê de bo cîhanê, di wê pêşwaziya gerim û diwan hevdîtinên girîng de bibîne, ku serokên cîhanê li hemberî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re kirin.

Ji bo bihêzkirina vê giranî û pêgeha Herêma Kurdistanê ew e ku em yekîtiya xwe biparêzin û helwesta me jî yek be li hemberî pêşeroja Herêma Kurdistanê.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsolosê Giştî yê Rûsyayê kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 22:10:51

Hewlêr-KDP.info: Êvariya îro pêncşemê 01/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erka wî ya wek Konsolosê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Maksîm Rubîn kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer û şanda pê re kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 21:10:53

Hewlêr-KDP.info: Roja Pêncşemê 1ê Cotmeha 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Xemîs Xencer û şanda pê re kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact