Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 14 SEP 2026 12:20 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî li Davosê: Em alîkariya Kurdên Sûriyê dikin, heya bighên çareseriyeke siyasî li Sûriyê
| KDP.info


Davos-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê di gotara xwe ya li Davosê, amaje bi berdewambûna krîza Sûriyê kir û got, “Tiştê girêdayî bi me, em dê alîkariya birayên xwe li Sûriyê bikin, Kurdên Sûriyê. Ev jî heya bigihên çareseriyeke siyasî di çarçoveya cografiya Sûriyê de.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê di panelekê de derbarê alozî û girjiyên li Iraq û Rojhilata Navîn, rewşa xwepêşandanên li Iraqê û karîgeriya bûyer û aloziyên li Iraqê li ser Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî derbarê rûdan û aloziyên li Iraqê û karîgeriya wê rewşa aloz li ser Herêma Kurdistanê ragihand, “Em xwe ji bûyerên Iraqê cuda nabînin. Bûyerên li Iraqê karîgeriyê li ser Herêma Kurdistanê dikin.”

Derbarê rola Herêma Kurdistnê li aloziyên li Iraqê, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê her hewlekê dide bo aramkirina rewşa Iraqê û ragihand, “Li gel Bexdayê jî hewlên me berdewam in ji bo dîtina rêyekê bo rizgarbûna ji vê rewşa niha.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi temen û daxwazên xwepêşanderan kir li Iraqê û got, “Nivşê niha yê Iraqê ji desthilatdariya 16 heta 17 salên bihorî westiyane ku nikare pêwîstiyên wan ên bingehîn jî dabîn bike, lewma daxwaza jiyaneke baştir dikin.”

Li ser biryara parlamentoya Iraqê derbarê derxistina hêzên biyanî ji Iraqê, Nêçîrvan Barzanî got, ew a ku li parlamentoya Iraqê hat kirin karekî rast nebû, serîhildana DAIŞ û terorîzmê li Iraqê metirsiyeke cidî ye û Iraqê pêwîstî bi alîkariya navdewletî û Amerîkayê heye û pêwîste hêzên Amerîkî li Iraqê bimînin.

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê rewşa xwepêşandan û xwepêşanderên Iraqê de got, “Ew a niha li Iraqê rû dide, em behsa nifşekê dikin ku temenê wan ji 15 heta 23 sal e, ne Sedam li bîra wan e û ne jî Amerîka. “Ev nifş daxwaza jiyaneke baştir dike li Iraqê. Xwe berawird dike li gel hemû cihên din... Ev nifş îro westiyaye ji hikûmetên 16 bo 17 sale ku nikarin kêmtirîn asta xizmetguzariyan bo dabîn bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê xwepêşandanana ku roja 1ê Cotmeha sala derbasbûyî dest pê kirin li Iraqê ku serokwezîrê wî welatî ji ber wan bûyeran dest ji kar berda, ragihand ku pêwîste siyaseteke ciyawaz bê kirin ji ber ku Iraqa berî Cotmehê ciyawaz e ji Iraqê piştî Cotmehê û got, “Xelkê Iraqê qebûl nakin careke din rewş vegere pêş Cotmehê... Xelkê Iraqê şayisetê jiyaneke baştir e û bi wan xwepêşandanên ku kirine, peyama xwe gihandine desthilatdaran.”

Nêçîrvan Barzanî bi pêwîst dizane alî hest bi berpirsyariyê bikin û bi wî ecêb e ku behs li wê tê kirin welatên derve destê wan heye di xwepêşandanên li Iraqê û dibêje, “Eger ji sedî 70 xetaya xelkê din li derve, lêbelê ji sedî 30 divê em weke Iraqî rûnin û bîr li wê bikin xeletî ji ku ne û hewl bidin wan rast bikin.”

Nebûna xoşewîstiyê bo welat bi gotina Serokê Herêma Kurdistanê, mezintirîn pirsgirêk e li Iraqê û pêwîste hevkêşeyek bibîbin bo wê ku çawa hemû alî bikarin li gel hev bijîn li Iraqê ji ber ku gelek aliyên ciyawaz li Iraqê dijîn. Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Weke Kurd em dixwin pirsgirêkên xwe di çarçoveya Iraqê de çareser bikin, lêbelê prose ew e eger Bexda bi çavekî din li van pêkhateyan binêre, bêguman pirsgirêk çê dibin.”

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê krîza Sûriyê û rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî ragihand, “Mijara Sûriyê mijareke gelekî aloz e, ew tiştê ku li Sûriyê çêdibe, berhema siyaseteke xerab ya salên derbasbûyî ye. Dema ku buyerên Sûriyê dest pê kir du enî eşkere bûn, ya yekem piştevaniya Beşar Esed kirin ku ji Rûsyayê pêkdihat, ew alîkar bûn ku Beşar Esed li desthelatê bimîne.”

Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Eniyeke din hebû ku ji welatên Ewropî û Amerîka pêk dihat, ku ne stratîjiya wan hebû û ne nerîneke wan hebû. Rojekê hêleke giştî datanîn û roja din diguhertin, kesek ji wan fêm nedikir, bê çibike û çawa reftariyê digel rewşê bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike, “Heya niha jî kirîza Sûriyê berdewam e û ne zelaliyeke heye, bê çawa em reftarî digel pirsa Sûriyê bikin” û tekez dike, “Tiştê girêdayî bi me, em alîkariya birayên xwe li Sûriyê dikin, Kurdên Sûriyê. Ev jî heya bighên çareseriyeke siyasî di çarçoveya cugrafiya Sûriyê de.”

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî di salvegera Şoreşa Îlonê de daxwaza yekdengî û parastina destkeftiyan dike

FRIDAY, 11 SEPTEMBER 2026 14:09:00

Hewlêr-KDP.info: Di salvegera 65ê ya serhildana Şoreşa Îlonê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û tê de tekez li ser yekdengî û hevahengiya hêz û aliyên Kurdistanî kir, ji bo parastin û pêşxistina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.

Peyama Serok Barzanî di salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê de

FRIDAY, 11 SEPTEMBER 2026 14:09:00

Hewlêr-KDP.info: Di salvegera 65ê ya serhildana Şoreşa Îlonê de, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir û tê de ragihand ku Şoreşa Îlonê li jêr rêberiya Barzaniyê Nemir bû çavkaniya hêz û îlhamê bo qonaxên piştre yên xebata rizgarîxwaziya gelê Kurd li hemî parçeyên Kurdistanê.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Nûneran a Iraqê kir

THURSDAY, 10 SEPTEMBER 2026 21:09:24

Hewlêr-KDP.info: îro Pêncşemê, 10ê Îlona 2026ê,  Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Nûneran a Iraqê kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziyê li şandeke payebilind a leşkerî ya Brîtanyayê kir

THURSDAY, 10 SEPTEMBER 2026 21:09:37

Hewlêr-KDP.info: Êvara roja pêncşemê 10ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li şandeke leşkerî ya Brîtanyayê bi Serokayetiya Cîgirê Admiral Edward Ahlgren, Şêwirmendê Bilind ê Berevaniyê yê Brîtanyayê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziyê li Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şanda pê re kir

THURSDAY, 10 SEPTEMBER 2026 21:09:23

Hewlêr-KDP.info: Êvara roja pêncşemê 10ê Îlona 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Heybet Helbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şanda pê re kir ku ji serokên fraksiyonên nav Encûmena Nûnerên Iraqê pêk dihat.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact