Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 5 OCT 2026 13:02 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Êrişa li ser Balyozxaneya Amerîka metirsîdar e û nayê qebûlkirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê dawîn êrişa Heşda Şeibî bo ser Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê, belav kir û ragihand, em bi dilgiraniyeke kûr li rûdanên vê dawiyê û êrişa li ser Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê dinerin ku karekî bi temamî ne cihê qebûlkirinê ye û berjewendiyên Iraqê dixe jêr metirsiyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di daxuyaniya xwe de, xwepêşandanên medenî weke mafekî destûrî pênase dike, lêbelê bikaranîna tundûtûjî, êriş û reftarên ne berpirsane bi armancgirtina balyozxaneyê û şandên dîplomatîk, weke ‘pêşhateke metirsîdar’ bi nav dike.

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a daxuyaniya xwe de, Amerîkî û hevpeymanan bi dostê Iraq û Herêma Kurdistanê bi nav dike û amaje bi wê dike, “Amerîkî dost û hevpeymanên Iraq û Herêma Kurdistanê ne û hevbeşekî sereke bûn di rizgarkirina Iraqê de û serkeftina bi ser terorîstên El Qaîde û DAIŞê de. Ji bo berengarbûna metirsiya teror û parastina berjewendiyan, niha jî Iraq û Herêma Kurdistanê pêwîstî bi piştevanî û hevkariya Amerîka û hevpeymana navdewletî heye.”

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Şandên welatan û dîplomatkar, mêvanên Iraqê ne, divê parastî û rêzlêgirtî bin. Em daxwazê ji aliyê berpirs dikin, erkên xwe yên parastinê cîbicî bikin û rê nedin êrişî balyozxane, sazî û şandên dîplomatkaran bê kirin.”




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsolosê Giştî yê Rûsyayê kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 22:10:51

Hewlêr-KDP.info: Êvariya îro pêncşemê 01/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erka wî ya wek Konsolosê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Maksîm Rubîn kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer û şanda pê re kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 21:10:53

Hewlêr-KDP.info: Roja Pêncşemê 1ê Cotmeha 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Xemîs Xencer û şanda pê re kir.

 
Peyamek ji Serok Barzanî

WEDNESDAY, 30 SEPTEMBER 2026 15:09:28

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi boneya bidawîhatina fermî ya erkê serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê peyamek belav kir. Serok Barzanî xelkê Kurdistanê dilniya kir ku parastina Herêmê di destên ewle de ye. Herwiha hişyariyeke tund jî da wan aliyên ku xeyala têkdana aramiya Herêma Kurdistanê dikin.

 
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Lord Michael Ashcroft kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:36

Hewlêr-KDP.info: Îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Lord Michael Ashcroft, Serokê fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrat (IDU) û siyasetmedar û kesayetiyê diyar ê Brîtanî kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact