Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 1 OCT 2026 02:56 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî û Balyozê Amerîka rewşa Iraqê û navçeyê gotûbêj kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Toller kir. Di hevdîtinê de, Serokê Hikûmeta Herêmê tekez kir, Herêma Kurdistanê roleke erênî ji bo cîgirbûna rewşa Iraqê dibîne.

Di hevdîtinê de, ku Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin amade bû, guftûgo derbarê dawî guhartinên Iraq û navçeyê hatin guftûgokirin. Tekez li girîngiya arambûna rewşa Iraqê hate kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, ku Herêma Kurdistanê rolek erênî ji bo arambûna rewşa Iraqê digire.

Di wê çarçovê de, Balyozê Amerîka jî, piştevaniya xwe ji bo wê hevtêgihiştin û pêşkeftinan derbirî, ku di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, taybet bi budceya 2020an. Herwiha pêbendibûna welatê xwe jî, bi piştevanîkirina Herêma Kurdistanê tekez kir.




Nûçeyên din

Peyamek ji Serok Barzanî

WEDNESDAY, 30 SEPTEMBER 2026 15:09:28

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi boneya bidawîhatina fermî ya erkê serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê peyamek belav kir. Serok Barzanî xelkê Kurdistanê dilniya kir ku parastina Herêmê di destên ewle de ye. Herwiha hişyariyeke tund jî da wan aliyên ku xeyala têkdana aramiya Herêma Kurdistanê dikin.

 
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Lord Michael Ashcroft kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:36

Hewlêr-KDP.info: Îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Lord Michael Ashcroft, Serokê fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrat (IDU) û siyasetmedar û kesayetiyê diyar ê Brîtanî kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Çînê kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:33

Hewlêr-KDP.info: îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîhatina erkê wî wek Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê û bi mebesta malavayiyê, pêşwaziyê li birêz Liu Jun kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navneteweyî ya Demokrat (IDU) kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 19:09:42

Hewlêr-KDP.info: Roja Sêşemê 29ê Îlona 2026an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li kesayetiyê navdar ê Brîtanî û Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navneteweyî ya Demokrat (IDU) Lord Michael Ashcroft kir.

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrasiyê kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 09:09:16

Hewlêr-KDP.info: îro Duşemê, 28ê Îlona 2026ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li siyasetvan, xwedîkar û Serokê Fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrasiyê (IDU) kir; Lord Ashcroft armanca serdana xwe eşkere kir û her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Îraq û deverê li hev guhertin.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact