Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 7 OCT 2026 22:22 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokê ENKSê: Me daxwaz ji Nêçîrvan Barzanî kir ku me TEV-DEMê nêzîkî hev bike..Ew jî amade ye
| KDP.info


 

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serokê ENKSê Siûd Mela ragihand ku ew ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyan û Nêçîrvan Barzanî jî got ku ew amade ye alîkariyê bike ji bo yekrêziya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê. Herwiha dibêje: “Em li hêviya wê yekê ne ku TEV-DEMê rê veke ji bo danûstandinan û ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera me de.”

Siûd Mela ji malpera KDP.info re ragihand: “Me serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û em pê re civiyan. Ew civîn pir erênî bû. Me daxwaz jê kir ku alîkar be ji bo yekrêziya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û wî jî got ku ew amade ye ji bo vê yekê û çi pêwîst be ew dikare bike.”

Mela wiha got: “Em amade ne ligel TEV-DEMê bighên rêkeftin û yekrêziya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê, lê di serî de divê TEV-DEM rê ji wê yekê re veke û hinek pêngav bavêje ji bo ku gotûbêj destpê bikin, ew jî wek berdana zindaniyên siyasî yên di destê wan ne.”

Siûd Mela wiha domand: “Her dema ku rê vebû, wê demê em jî amade ne ji danûstandinan re. Divê ew dest ji dijayetiya me berdin. Beriya 2 rojan serkirdeyekî me li ser nerînên xwe yên siyasî bi destê wan hat girtin.”




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem piştevana mafên rewa yên Êzidiyan e

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 16:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmehê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya Cejna Cemayê peyameke pîrozbahiyê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama Serok Barzanî bo Cejna Cema ya Kurdên Êzdî

TUESDAY, 06 OCTOBER 2026 15:10:04

Hewlêr-KDP.info: îro 6ê Cotmeha 2026an ,Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya Cejna Cemayê arasteyî xwişk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê kir û hêvî xwast ku hemû cejn û helkeftên xwe di nav aramî û tenahiyê de biborînin. Herwiha Serok Barzanî xwişk û birayên êzidî piştrast dike ku ew ê her tim piştevanê parastina maf û daxwazên wan ên rewa be.

 
Mesrûr Barzanî: Me ji bo avakirina hikûmetê destê dostaniyê ji bo hemû aliyan dirêj kiriye

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:37

Dihok-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derçûnê ya gera 31ê ya Zanîngeha Dihokê tê lidarxistin, ku tê de sê hezar û 98 şagird ji 20 kolêjên cuda cuda bawernameyan werdigirin.

 
Serok Barzanî û Parêzgarê Selahedînê rewşa siyasî ya Îraqê nîqaş kir

MONDAY, 05 OCTOBER 2026 21:10:05

Hewlêr-KDP.info: îro Duşem, 05ê Cotmeha 2026ê ,Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgarê Selahedînê kir û di wê hevdîtinê de bal kişand ser hevahengiya di navbera parêzgehên Îraqê de.

 
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact