26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Balafirên Tirkiyê li Şingalê dan

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Fermandeya Pêşmerge ya Şingalê Qasim Şeşo ragihand, îro Dûşema 4.11.2019 balafirên şer ên Tirkiyê li navçeya Xanesorê ya ser bi Şingalê dan.

Qasim Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro piştî nîvro balafirên şer ên Tirkiyê li navçeya Xanesorê ya ser bi Şingalê ve, li navendên PKKê dan.”

Şeşo wiha got: “Heya niha em nizanin zerer û ziyanên wê bombebaranê çi ne, lê tirseke mezin ketiye dilê xelkê Şingalê.”

Li gorî zanyariyan, di encama wê bombebaranê de 2 kes bûn qurbanî û birîndar jî bi bo nexweşxaneya Sinûnê hatin veguhestin.

Balafirên şer ên Tirkiyê ji ber hebûna PKK ev çend car in ku Şingalê didin û di encamê de ziyanên canî û madî derdikevin

Nûçeyên têkildar