Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 5 OCT 2026 02:41 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî: Destûr hatiba cîbicîkirin dê niha rewşa Iraqê ne ev ba
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Navenda Diyaloga Rafîdeyn a Iraqê kir û di wê hevîdtinê de got, Destûrê Iraqê hatiba cîbicîkirin dê rewşa Iraqê ne ev rewş ba. Herwiha dibêje, ji bo çareserkirina vê rewşê divê di serî de sedemên serhildana vê rewşê nemînin.

Îro Dûşema 04.11.2019 Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn li gel şandeke Navenda Diyaloga Rafîdeyn ku ji hejmarek kesayetiyên akademî û çandî yên Iraqî pêk hatibû, civiya.

Di vê civînê de ku bi mebesta gengeşeya di derbarê xwepêşandanên welatiyên Iraqê û rewşa siyasî ya Iraqê û pêşaroja proseya siyasî hatibû sazkirin.

Di destpêka civînê de şanda mêhvan raman û têbiniyên xwe yên di derbarê rewşê de eşkere kir û plana Navenda Diyaloga Rafîdeyn ya ji bo lêkolîna rewşa niha û diyarkirina pêşniyarên ji bo pêngavên pêwîst ên çareseriyê, ji bo Serok Barzanî şîrove kirin û paşê jî daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku berçavrûniyeke pêwîst bide wan.

Serok Barzanî jibilî derbirîna piştevaniya xwe ji bo daxwazên rewa yên xelkê, got ku mafê xelkê heye ku daxwaza jiyaneke bextewer û bi serbilindî bikin û ev rewşa niha ya ku bûye sedema nerazîbûna xelkê ji encama siyaseta şaş a salên derbasbûyî ye û nabe berpirsiyariya wê bi tenê bikeve stûyê Serokwezîrê niha yê Iraqê û hikûmeta wî. Herwiha nabe kesin ku ew bi xwe sedema kêmasî û şikestinên salên derbasbûyî bûne, niha siwarê lehiya nerazîbûna xelkê bibin.

Serok Barzanî herwiha behsa dîroka gelê Kurdistanê ligel dewleta Iraqê û êş û qurbanîdana Kurdistanê kir û got ku dewleta Iraqê li ser bingeha hevbeşî û şeraketiya Kurd û Ereban û liberçavgirtina mafên pêkhateyên din hatiye damezrandin, lê belê para gelê Kurdistanê ji wê hevbeşiyê wêrankirina 4500 gundan û 182 hezar kesên enfalkirî û windabûna 12 hezar xortên Feylî û 8 hezar Barzanî û kîmyabarankirina Kurdistanê bû.

Serok Barzanî got jî, ligel wan hemû karesatên kuhatin serê Kurdistanê, lê bi navê vekirina rûpeleke nû ligel dewleta Iraqê gelê Kurdistanê dest bi tolhildanê nekir û bi berevajî ve, serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê ji bo nivîsîna destûrekî hemdem û pêkanîna Iraqeke demokrat û federal ku tê de mafên hemû aliyekî parastî û cîgîr bê, hewleke zêde da. Lê belê mixabin bi sedema bihêziya çanda gef û bi bikêmdîtina Kurdan û binpêkirina hevbeşiyê, ketin dijayetiya gelê me û destûrê Iraqê hat binpêkirin û kar gihîşte tolhildanê û kûrtirbûna mezhebgeriyê û dorpêçkiirna Pêşmerge û birîna bûdce û şandina artêş û hêzê bo ser Kurdistanê û dest bi pilanan kirin ji bo jinavbirina Herêma Kurdistanê.

Serok Barzanî herwiha ragihand ku eger destûrê niha yê Iraqê weke xwe bihata cîbicîkirin, ewqas pirsgirêk dernediketin û mafên welatiyan dê hatiba parastin. Lê belê di encama piştgûhkirina destûr û hewldana ji bo takrewî û xwesepandinê Iraq gihîştiye vê rewşê û çareserkirina wê jî pêwîstî bi nehiştina sedeman heye.

Serok Barzanî zelal kir ku danûstanidn û gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bir bi çareseriya pirsgirêkan ve pêngavên baş avêtine û berdewamin jî.

Serok Barzanç bi eşkere jî ji şanda mêhvan re ragihand ku ew daxwaziyên bi navê xwepêşanderan ji bo guherîna sîstema rêbertiya Iraqê û destkarîkirina destûrê dibînin, lê ew daxwa rewa ne û tên qebûlkirin eger ne li dijî mafên destûrî û rewa yên gelê Kurdistanê bin û ne li dijî bingehên demokrasiyê bin û herwiha eger tiqaf û pêkvejiyana hemû pêkhateyan parastî be.

Serok Barzanî herwiha pêşwaziyê li armancên navenda diyalog û raguherînê û pêşniyarkirina çareseriya guncav ji bo kêşeyan kir û bi pêngaveke gelek baş ji bo jihevdûtêgihîştin û gihîştina bi encama bi sûd da zanîn.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê kir

SUNDAY, 04 OCTOBER 2026 19:10:00

Hewlêr-KDP.info: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsolosê Giştî yê Rûsyayê kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 22:10:51

Hewlêr-KDP.info: Êvariya îro pêncşemê 01/10/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erka wî ya wek Konsolosê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Maksîm Rubîn kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Xemîs Xencer û şanda pê re kir

THURSDAY, 01 OCTOBER 2026 21:10:53

Hewlêr-KDP.info: Roja Pêncşemê 1ê Cotmeha 2026an li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Xemîs Xencer û şanda pê re kir.

 
Peyamek ji Serok Barzanî

WEDNESDAY, 30 SEPTEMBER 2026 15:09:28

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi boneya bidawîhatina fermî ya erkê serbazî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê peyamek belav kir. Serok Barzanî xelkê Kurdistanê dilniya kir ku parastina Herêmê di destên ewle de ye. Herwiha hişyariyeke tund jî da wan aliyên ku xeyala têkdana aramiya Herêma Kurdistanê dikin.

 
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Lord Michael Ashcroft kir

TUESDAY, 29 SEPTEMBER 2026 21:09:36

Hewlêr-KDP.info: Îro Sêşem 29/09/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Lord Michael Ashcroft, Serokê fexrî yê Yekîtiya Navdewletî ya Demokrat (IDU) û siyasetmedar û kesayetiyê diyar ê Brîtanî kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact